BI DÎMEN

Meşa Parîsê: 'Heya ku komkujî neyên eşkerekirin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin'

Li parîsê her du komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, hatin protestokirin û di çalakiya protestoyê hate diyarkirin ku jin wê li hemberî komkujiyan bêdeng nebin û peyamên mezinkirina têkoşînê hatin dayîn.

Li Parîsê ji bo şehîdên komkujiyên ku di 9’ê Çileya 2013’yan û di 23’yê Kanûna 2022’yan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, piştî meşa li Stasyona Trenê ya Bakûr heya Qada Repucliqueyê mitîngek  hate lidarxistin.  Meşa navendî bi pêşengtiya TKJ-E û KCDK-E‘yê hate lidarxistin û Kurdistaniyên ji gelek deverên Ewropayê beşdarî meşê bûn. 

Kurdistanî û dostên wan di çalakiyê de dirûşmeyên; ‘’Şehid namirin’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Kujer diyar in Fransa çima bê deng e?’’ û ‘’Bijî berxwedana QSD’ê’’ hatin berzkirin.  

Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrahman Kizin hatin hilgirtin.

 ‘JI BO AZADIYÊ ŞEHÎD BÛN’

Piştî merasîma rêzgirtinê ya li Qada Republiqueyê Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî. 

Zubeyde Zumrut ev yek anîn ziman:

‘’Di şexsê şehîdên Komkujiya Parîsê de ez hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînim. Sakîne xeta jinan bû. Li zindana Amedê li ber xwe da. Ji bo ‘Kurdistana Azad û Kurdayetiya Azad’ li ber xwe dan. Serî netewandin. Hejmara Sakîne Cansiz û jinên şoreşger gihîştin milyonan, li dijî faşîzm û dagirkeriyê li ber xwe didin.  Li 4 perçeyên Kurdistanê li ber xwe didin.  Li hemberî zîhniyeta mêran a serwer li ber xwe didin û pêşengtiyê dikin. Em kujeran nas dikin. Em dizanin çima jinên Kurd hedef digirin. Jinên Kurd û jinên şoreşger mîrateyeke mezin hiştin û îro bi pêşengtiya vê mîrateyê têkoşîna me berdewam dike. Ev şer û zulm berdewam dike. Li Rojava li hemberî gelê me êrîşên bi balafir û çeteyan berdewam dikin. Dixwazin me tune bikin. Jinên Kurd li Rojava li ber xwe didin, ji bo nirxên mirovahî û demokrasiyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe didin.  Hakan Fîdan gef li Fransayê xwarin. Em ji vir bang dikin, divê îro hemû cihan, welatên Ewropayê; li hemberî têkoşîna gelê Kurd bê deng nemînin. Divî statûya gelê Kurd were naskirin. Em bang li Fransayê dikin; divê ev dosyayên qirkirinan werin eşkerekirin. Îstixbarata dewleta Tirk ev komkujî pêk anîn. Dewleta Fransayê dizane bê ka ev komkujiyê ji aliyê kê ve hatine kirin. Baweriya me bi têkoşîna me heye. Em li ber xwe didin. Heya ku em edaletê dabîn dikin, em ê li ber xwe bidin. Em ê bi têkoşîna xwe edaletê dabîn bikin. Em ê bi têkoşîna xwe azadîya fîzîkî ya Rêber Apo dabîn bikin.’’

Endamê Meclîsê Genevieve Garrigos jî li ser navê Şaredariya Parîsê axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Ev 12 sal in têkoşîna me ya ji bo edaletê didome. Parîs, di heman demê de bajarê Kurdan e. Eê li vir in, em dixwazin çand û nirxên xwe yên hevpar biparêzin. Em li gel Kurdan in û ev yek wê berdewam bike. Divê em xwedî li têkoşîna gelê Kurd derkevin. Gelê Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin meşand.’’

Malbatên şehîdan jî derketin ser dikê gel silav kirin. Zeynep Kara ya ji malbata Evîn Goyî li ser navê malbatan axivî û got: ‘’Gelê Kurd û dostên wan têkoşîna şehîdên komkujiyê  li qadan didomînin. Ji bo têkoşîna tê meşandin ez spasiyên xwe li her kesî dikim. Mixabin, ji ber ku komkujî nehate eşkerekirin, komkujiya dueym pêk hat. Em dixwazin edalet pêk were. Ji bo vê yekê divê têkoşîn were mezintirkirin. Em weke gelê Kurd dibêjin ku; kujer diyar in, Fransa çima bê deng e? Em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’

‘TÊKOŞÎNA WAN LI SERANSERÊ KURDISTANÊ BERDEWAM DIKE’

Parlamentera HDP’ê ya berê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî axivî û ev yek anîn ziman:

‘’Ez şehîdên têkoşîna azadiya jinan û têkoşîna şoreşê bi bîr tînim. Em her sal di salvegera komkujiyan de hêrsa xwe tînin ziman. Em li hemberî veşartina van komkujiyan li ber xwe didin. Dewleta Fransayê li hemberî komkujiyan bê deng e. Em dizanin ku ev komkuji li Enqereyê hatine plankirin. Ji ber komkujiya yekem nehate eşkerekirin, ya duyem jî pêk hat. Em kujeran nas dikin û daxwaz dikin ku kujer werin darizandin.’’

‘TÊKOŞÎNA JINAN YA JI BO AZADIYÊ NAYÊ BÊDENGKIRIN’

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan jî ev yek anîn ziman: 

‘’Ev 12 sal in em 9’ê Çileya 2013’yan bi bîr dixin. Em dixwazin ev komkujî werin eşkerekirin. Berjewendiyên polîtîk û aborî nikarin van komkujiyan veşêrin. Lê belê em dibînin ku hem li Rojava hem jî li Başûr hêza ku gelê Kurd bi komkujiyan re rû bi rû dihêle, dewleta Tirk e.  Kujer Erdogan û Hakan Fîdan in. Divê ev werin darizandin. Ez bang li Fransayê dikim ku bila berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Têkoşîna jinan ya ji bo azadiyê wê neyê bêdengkirin. Jin wê ji bo edaleyê têbikoşin.’’

Parlamenter Pourra Amirshahi jî axivî û got: ‘’Gelê Kurd ji bo mirovahiyê şer dike. Em bi têkoşîna gelê Kurd serbilind in.’’

AYDAR: DIVÊ EM DESTKEFTIYÊN ROJAVA BIPARÊZIN

Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Zubeyir Aydar jî ev peyam dan:

‘’Ez li ser navê Tevgera Azadiyê we silav dikim. Ev 12 sal in li vî welatî 3 hevalên me yên pêşeng hatin şehîdkirin. Kujerên wan heya niha jî nehatine eşkerekirin, dixwazin dosyayê bigirin. Ji ber vê yekê Tevgera Azadiyê, gelê Kurd û dostên wan daxwaza edaletê dikin. Em îro dengê edaletê bilind dikin. Dewleta Tirk li pişt van komkujiyan e. Divê ev rewş were ronîkirin û heya ku kujer tên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Em a niha ji pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Di demên dawîn de li Sûriyeyê guherînek pêk hat. Rejîma BAAS’ê hilweşiya. Rêveberiyeke nû hat û rewşa Sûriyeyê ne diyar e.  Li Sûriyeyê şoreşeke ku ev 13 sal in berdewam dike, heye û li wir gelan rêveberiyeke xweser ava kirin û xwe bi xwe bi rê ve dibin. Lê belê dewleta Tirk êrîşî li wê rêveberiya xweser dike, bi çeteyan êrîş dike. Weke gelê Kurd rojeva me ya herî girîng, Rojava û destkeftiyên Rojava ne. Me çawa Kobanê parast, em ê wisa Rojava jî biparêzin.  Em careke din bang dikin; Pêvajoyeke weke ya Kobanê li pêşiya me ye, çawa em xwedî li Kobanê derketin, divê em wisa xwedî li Rojava jî derkevin. Herweha ev 3 meh in li Bakurê Kurdistanê çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin. Bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hatin. Peyama Rêber Apo eşkere ye û bang kir ku ev mesele bi diyalog û aşitiyê were çareserkirin. Em weke Tevgera Azadiyê piştevaniya Rêbertiya xwe dikin. Lê belê ji Tirkiyeyê peyamên cuda tên. Tevî ku Erdogan û hevalên wî têkildarî vê mijarê pêngavan naavêjin, herweha tiştên xirab dikin, şaredariyan desteser dikin, êrîşî Başûr dikin û çekên kîmyewî bi kar tînin. Di pêvajoyeke wiha de em qebûl nakin ku gef li gelê Kurd werin xwarin.

Em ji bo aşitiyê amade ne lê belê ger li dijî me gefan bixwin, em ê jî heya dawiyê li ber xwe bidin. Em daxwaza çareseriyê dikin. Madem Tebgera Azadiyê lawaz bûye, hûn çima dîyalogê dikin? Em amade ne ku li ber xwe bidiin.  Divê gelê me ji bilî gotinên Tevgerê guh nede tu gotinên din. Ji Rêbertî û Tevgerê bi bawer bin, em ê heya dawiyê ji bo vî gelê xizmetê bikin.’’

Laurence Cohen ve Yann Brosa jî derketin ser dikê û ev yek anîn ziman:

‘’Em şehîdan bi bîr tînin. Kujer Erdogan e. Em her sal li vir in û daxwaza edaletê dikin. Divê ev yek bê ceza nemînin û divê kujer werin eşkerekirin. Hê jî edalet nehatiye dabînkirin. Em daxwaza edaletê dikin, divê dewleta Fransayê milîtanên Kurd biparêze. Nayê qebûlkirin ku Kurdên li Fransayê dijîn, ji Tirkiyeyê re werin şandin. Nirxên ku hûn diparêzin nirxên me ne. Em di nava piştevaniyê de ne.’’

Arnaud Regall jî li sernavê Insoumisê ev yek anîn ziman: 

‘’Weke her sal em dixwazin edaletê dabîn bikin. Em dixwazin komkujî werin eşkerekirin. Di demên dawîn de li Sûriyeyê êrîşên dijwar hene û divê Fransa li hemberî vî şerî derkeve. Divê li hemberî çeteyên ku dewleta Tirk wan diparêze, derkeve.’’

Ji Partiya Çepgiran Jean Christophe Senat jî axivî û got: ‘’Em ji bo bîranîna şehîdên komkujiyan li vir in. Em daxwaza edalet û heqîqetê dikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan û çareseriya polîtîk pêkan e.  Herweha çareseriya siyasî, dikare bi derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê pêkan e.  Kurd hem hevalên me hem jî hevalbendên me ne.  Divê em vê projeya demokratîk û ya daxwaza azadiya jinan dike, biparêzin. Kurd hevalbendên me ne û li Rojhilata Navîn gelê Filîstînê jî di bin zextê de ye. Divê li Rojhilata Navîn Kurd û gelê Filîstînê werin qebûlkirin û edalet were dabînkirin. Ji ber vê yekê bernameya Tevgera Azadiyê rizgariyek e.’’

Mîtîng bi stranên Koma Hunera Mizgîn berdewam dike.