Li Hesekê şehîd hatin oxirkirin
Şehîdên YPJ, QSD û Tişrînê li bajarê Hesekê yê Bakur û Rohjilatê Sûriyeyê bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Şehîdên YPJ, QSD û Tişrînê li bajarê Hesekê yê Bakur û Rohjilatê Sûriyeyê bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Li Goristana Şehîdan a Dijwar Hesekê ya li gundê Dawudiyê yê Hesekê ji bo şehîda YPJ’ê Avaşîn Efrîn( Ezîze Idrîs Ferhan) ku di 3’yê Çileyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû, şervanê QSD’ê Şahîn (Mihemed Ehmed Sîncar) ku di 7 Çileyê de şehîd bû û welatiya bi navê Zozan Feysel Hemo ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser konvoya ber bi Tişrînê ve diçû, şehîd bû merasîma oxirkirinê hate lidarxistin. Di serî de rûspî, hêzên leşkerî û ewlehiyê û saziyên civakî gelek kes tevlî merasîmê bûn. Cenazeyên şehîdan bi tevlîbûna hezaran kesî li goristana şehîdan hatin pêşwazîkirin û anîn qada merasîmê.
Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme El Elî di merasîmê de axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Jinan di di Şoreşa Rojava de destaneke mezin nivîsandin. Em bi gelê xwe yê berxwedêr re serfiraz in.’’
Ji fermandarên YPJ’ê Evînda Denîz jî têkoşîna şervanan silav kir û ev yek gotin: ‘’Em ê li ser şopa şervanên xwe têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê herêma xwe, gelê xwe û şoreşa xwe biparêzin. Vê carê wê nebe serkeftina me tenê, wê bibe serkeftina hemû cîhanê.’’
Piştî axaftinan belgeyên şehîdan hatin xwendin û teslîmî malbatên wan kirin.
Cenazeyên Şehîd Avaşîn Efrîn, Şahîn û Zozan Feysel Hemo bi berzkirina dirûşmeyên ‘Şehit Namirin” û tîlîliyan hatin veşartin.