Kongreya Star: Şoreşa Rojava bû sembola berxwedana jinê
Koordînasyona Kogreya Star têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû sembola berxwedana jinan.”
Koordînasyona Kogreya Star têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû sembola berxwedana jinan.”
Koordînasyona Kongreya Star a salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir destnîşan kir wê destkeftiyên bi pêşengtiya jinan bidest xistin, biparêzin.
Kongreya Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsyetan:
"Em salvegera 8`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan, YPJ/YPG`ê û hemû jinan pîroz dikin. Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûye sembola berxwedana gelê Kurd û hemû gelên herêmê ku weke şoreşa jinan tê naskirin.
Gelê Sûriyê, bi taybet gelê Kurd, ji aliyê rejîma Baasê ya şovenîst ve hate paşguhkirin û nasname û çanda wî hate paşguhkirin. Ji ber wê bi destpêkirina şoreşa Bihara Gelan re li Tûnisê ku zemîna destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava bû bersiva hemû siyasetên helandin, înkarkirinê û gelê Kurd ê azadîxwaz û xwediyê projeya demokratîk ji bo vegerandina mafên xwe dest bi şoreşa rûmetê kir.
Jin ji destpêka çirûska şoreşê ve pêşeng bûn. Tevlî hemû aliyên rêxistinî, siyasî, leşkerî û civakî bûn. Di hemû çalakiyên ku şoreş bi pêş xist heta ku bigihêje asta xwe ya rast bi taybet nûnertiya wekheviya di navbera jin û mêran de û bi rêya sîstema hevserokatiyê hemû sazî, meclîs û komînan de serkêş bû.
Ji bo têkbirina DAÎŞ`ê û berxwedana li hember dagirkeran şehîdên mîna Arîn, Silava, Warşîn, Bêrîvan, Roksan û bi hezeran şehîdên mîna wan, berdêlên mezin dan, mohra xwe li şoreşa 19`ê Tîrmehê xist û di aliyê navnetewî û cîhanî de bûn sembol.
Ji ber wê jî jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn hedefa êrîşên dagirkeran û şerê taybet da ku destkefiyên vê şoreşê têk bibin. Ji ber jin nûnertiya bingeha pêşxistina vê şoreşê û serkeftina wê dikin. Lê jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka berdewamirina têkoşînê û xurtkirina berxwedanê li hember hemû êrîşên dagirkeran girt ser milê xwe û soz da ku ewê paratina destkefiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi hemû hêza xwe bike. Em wek rêxistina Kongreya Star bang li hemû rêxistin û tevgerên jinan dikin ku ji bo destekdayîna Şoreşa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebitin."