Sultan Yaşar a dayika 3 şehîdan jiyana xwe ji dest da

Sultan Yaşar a ku dayika ku sê zarokên wê şehîdên têkoşîna azadiyê, di encama kriza dil de jiyana xwe ji dest da.

Sultan Yaşar a 90 salî ya ku sê zarokên xwe di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd dayî, duh ji ber krîza dil derbazkir jiyana xwe ji dest da. Cenazayê Yaşar li Goristana Asri ya Bîsmîlê li gel zarokên wê spartin axê.

Yaşar a ku li Bîsmîl a navçeya Amedê jiyan dikir, sê zarokên wê Mehmet Nurî Yaşar (Zekî) 1987’an li gundê Şêbî ya girêdayî Dêrik a navçeya Mêrdînê, Adil Yaşar 1993’an li gundê Kerx a Bîsmîlê û Ahmet Yaşar (Ferhat Mîroglu) 1992’an li Navenda Bîsmîlê di şerên derketî de şehîd bûbûn. Di sala 1994’an de di encama operasyona li ser gundê wan de, gundê wan hate şewitandin û koç kirine.

Yaşar a ku piştî gundê wan hate şewitandin koçî Îzmîrê kirî, bi salên dirêj li ser xeta têkoşîna ku zarokên wê ya demokrasî û azadiyê, têkoşîn kir.