Hêrsa li dijî destavêtin û destdirêjiyê mezin dibe
Li dijî êrîşên destavêtin û destdirêjiyê ya li zarokan a leşkerên Tirk a li Şirnexe û Êlihê, li gelek bajaran bi çalakiyan hatin protestokirin.
Li dijî êrîşên destavêtin û destdirêjiyê ya li zarokan a leşkerên Tirk a li Şirnexe û Êlihê, li gelek bajaran bi çalakiyan hatin protestokirin.
Li gelek bajar û navendan piştî ku çawîşê pispor A.A. yê li 1'emîn Tugaya Komando ya Jendirmeyan peywirdar e destdirêjî zaroka 13 salî kir û li Navçeya Bişêriyê ya Êlihê jî Çawişê Pispor M.O. yê destdirêjî zaroka 17 salî Î.P. kir û Î.P xwest xwe bikuje, bike bertek û nerazîbûn zêde bûn.
Rêveberên HDP'ê li Mêrsîn, Hatay, Wan û Rihayê daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman.
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, Rêxistina HDP'ê ya Îskenderûnê, Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê û rêwistina HDP'ê ya Rihayê daxuyanî dan û destdirêjî û destavêtina ku çawîşên pispor li dijî zarokan kiriye şermezar kirin.
Li Mêrsînê Hevseroka HDP'ê Gulbahar Şofer; Li navçeya Îskenderûn a Hatayê Rêvebera HDP'ê Feyruz Gor, Li Wanê li ser navê KESK'ê Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Wanê Funda Demîr; Li Rihayê jî Cîgira Hevserokên Giştî ya ESP'ê Bircan Taşkiran daxuyanîdan.
Di çalakiyan de rêveberên HDP'ê, parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Rêveberan bertek nîşanî destdirêjî û destavêtinê dan û şermezar kirin, xwestin berpirsiyar bên cezakirin."