‘Em ê destûr nedin ku ser tecawizan were nixumandin’

Tosûn a HDP’yî yê di daxuyaniyê de axivî got, “Em ê destûr nedin ku ser tecawiza were nixumandin."

Daxuyaniya çapemeniyê ya ji Rêxistina Navçeyî ya Partiya Gelan a Demokratîk ve li Parka Ataturk ji bo piştevaniya bi Î.P. ya ku li Êlihê piştî rastî tecawûza çawûşê pispor M. Orhan hewldayî dawî li jiyana xwe bîne û bi helwesta deng li dijî tecawûzan derbixin ji aliyê walîtiyê ve hate astengkirin. Di çalakiya Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn tevilbûyî de gelek welatî jî tevlî bûn. Daxuyanî ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsan gotin ku bi hinceta biryara qedexeya xwepêşandan û kombûyîna ku walîtî her 15 rojan carekê nû dike, wê destûr nedin daxuyanî were dayîn. Tosûna ku bertek nîşanî polîsan da, teqez kir ku bi qedexeyan yên ku destdirêjiyê dikin tên parastin. Jin pişte re ji bi dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” meşiyan heta ber avahiya navçeyê.

Endamên partiyê yên di bin dorpêça polîsan de heta ber avahiya navçê ya HDP’ê meşiyan, daxuyanî dan. Tosûn di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî qedexekirina teşhîrkirina çawûşê pispor ê destdirêjî kiribû da. Tosûn bal kişand ser qedexeyên ku li ser her merasîmên ku HDP pêk tîne û got; “Dibêjin ku li parkê daxuyaniya çapemeniyê dayîn qedexe ye. Ger ku agahiya walî ji her tiştî heye. Çima walî ji bo van tecawûzan bêdeng dimîne, daxuyaniyekê jî nade. Çima çawûşê pispor nagire. Ev qetlîamek e li dijî jinan û Kurdan. Çi bibe bila bibe, em ê mal bi mal bigerin û dijî qetilkirin jinên Kurdan têkoşînê bikin.”

Piştî axaftina Tosûn daxuyani bi çepikan bi dawî bû.