TJA: Ji kûderê jî were êrîşa li ser jinan nayê qebûlkirin

TJA'yê diyar kir tundî û êrîşa zayendî ya ku di şexsê 2 wekîlên HDP'ê derketî holê, bi çi rengî jî be û ji kê jî were wê qebûl nekin.

Tevgera Jinên Azad  (TJA) derheqê êrîşa zayendî yên derbarê wekîlên HDP'ê Wekîlê Mûşê Mensûr Işik û Wekîlê Mêrdînê Tûma Çelîk daxuyanî da.

TJA'yê di daxuyaniyê de got, ''Êrîş te divê bila ji wan hêzan were ya ku em li dijî têdikoşin, te divê bila ji wan mêran were ku em bi hev re têdikoşin, ji kûderê tê bila were me hatiye nîşandan ku tevgera azadiya jinê ji helwesta xwe ya rêgezî naqere.''

TJA'yê bi berdewamî got,'' Êrîşên li ser jinê yên ku di şexsê wekîlên mêr ên HDP'ê yên Mûş û Mêrdînê de derketin holê, ji hêla têkoşîna me ya azadiyê ve nayên qebûlkirin.''