Li Dûîsbûrgê şîdeta li ser jinê hate protestokirin

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê zêdebûna cineyatên jinan û êrîşên ser saziyên jinan hate protestokirin.

Li Dûîsbûrgê çalakiya her roja Çarşemê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve li Avendukplatzê tê pêkanîn, di hefteya xwe ya 11’emîn de dom kir.

Çalakiya bi deqeyek rêzgirtin hate destpêkirin, li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel Amara Tolhildan mafê axaftinê girt. Tolhildan bal kişande ser jinan ku di nava civakê de, rojane li her devera cîhanê bi milyonan jin bi sedema welat, bawerî, ziman, gel û rengê xwe ziyanê dibînin û jiyana xwe ji dest didin û bang kir ku ji bo li dijî zilmê bi hev re têkoşînê bikin.

Amara Tolhildan da diyarkirin ku çeteyên tecawîzkar ên girêdayî dewleta Tirk li dijî jinên Efrînê, revandin, tecawîz û êşkenceya tazî pêk tîne û got: “Tevgera Azadiyê, wê bersivên pêwîst ên li dijî vê zîhniyeta tecawîzkar a dagirker a li dijî gelê Kurd û jinan wê bi bingehê parastina xweser bidin.”

Di çalakiya ku bi navê TÇŞ’ê jî hate kirin de, dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Qatîl Erdogan” hatin berzkirin.

Çalakî bi banga tevlîbûna ji bo meşa 18’ê Tîrmehê li Kolnê bê lidarxistin hate kirin, bi dawî bû.