Navê Hevrîn Xelefê dan pireke li Barcetoyê

Li Îtalyayê şaredariya Barcetoyê navê Hevrîn Xelefê da Pira Çemê Sar.

Şaredariya Barceto ya bajarê Parmayê ya Îtalyayê hevgirtina bi Kurdan re didomîne.

Şaredariya Barcetoyê navê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef a ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de di êrîşa dagirker a dewleta Tirk de hatibû qetilkirin da Pira Çemê Sar (Rîo Rîvî Freddî).

Li her du aliyên pirsê wêneyên Xelefê hate daliqandin û “Ji bo mafên jinan têkoşiya lê ji ber îxaneta me mir” hate nivîsandin.

Şaredarê Barcetoyê Lûîcî Lûcchî diyar kir ku li ser gelê Kurd zext û zoriyên dijwar hene lê dîsa jî gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê bernade.

Di vekirina pirê de Endama Meclîsa Herêmê Paola Gazzolo, li ser navê Hevgirtina bi Gelê Kurd Nelly Bocchî û li ser navê Komîteya Kurdan a Îtalyaye Serkan Xozatli axivîn.

Sala borî jî şaredariya Barcetoyê navê şervanê enternasyona Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) ê li Rojava li dijî dagirkeran şehîd bû, dabû îstasyona trênê ya Ghîareyê.

Heman şaredariyê di 5’ê Cotmeha 2019’an de hembajarîbûna fexrî dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.