Ji kesên li Amedê hatibûn destgîrkirin 5 hatin girtin

Ji 23’ê jinên li Amedê hatibûn destgîrkirin 18 kes bi şertê kontrola edlî, 5 jî hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihate birêvebirin de bi biryara girtinê ya di derbarê 33 kesan de hatî girtin jinên endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de endamên jin ên sendîka û komeleyan 28 kes hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku Berdevka Plaftorma Rojnemavanên Jin a Mezopotamya û Edîtora Jinnewsê Ayşe Gunay, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Hayriye Turkekul a 70’ê salî jî di nav de 28’ê kes bi hinceta tevlî çalakî û aktivîteyan bûye li ser gotinên şahidan destgîrkirine. Ji 28 kesên destgîrkirî Hayriye Turkekûl a 70’ê salî di 17’ê Tîrmehê de bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.

Aklîma Hasan, Rabîa Ataş, Gulşen Guneş û Zeynep Sûncak ên duh karûbarên wan ên li emniyetê temam bûn û şûnde sewqî edliyeyê kiribûn bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Îro 23 jinên ku karûbarên an ên li emniyetê qediyan sewqî edliyeyê kirin. Gulserem Akkûm, edîtora Jinnewsê Ayşa Guney, Halîme Bayram, Panayîr Çelîk, Emîne Kaya, Tekoşîn Tekîn, Ronda Bat, Rûken Şehîr, Demet Ozkaran, Dîlan Yakût, Guneş Ozel, Ayşe Gokkan, Selma Metîn, Şûkran Tamîr, Hatîce Şen, Zekiye Guler, Rozerîn Çatak, Besîle Narîn ji aliyê dozger ve bi daxwaza bi şertê kontrola edlî sewqî 2’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Amedê hatin kirin. Dadgehê 18 jin bi şertê kontrola edlî berdan.

Hasret Alp, Fîgen Ektî, Bahar Akyapi, Hatûn Yildiz û Elîf Hasan ên ji aliyê dozger ve bi daxwaza girtinê sewqî 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kirin, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.