Hejmara kesên li Amedê hatin destgîrkirin gihişte 22’an

Li Amedê hejmara jinên ku hatin destgîrkirin gihişte 22’an.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihate birêvebirin de bi biryara girtinê ya di derbarê 33 kesan de hatî girtin jinên endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de endamên jin ên sendîka û komeleyan 22 kes hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku Berdevka Plaftorma Rojnemavanên Jin a Mezopotamya û Edîtora Jinnewsê Ayşe Gunay, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Hayriye Turkekul a 70’ê salî jî di nav de 22’ê kes bi hinceta tevlî çalakî û aktivîteyan bûye li ser gotinên şahidan destgîrkirine. Ji ber biryara veşartî ya dosyaya her 22’ê kesên li Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyeta Amedê tên ragirtin, ne ji bo wan û ne jî parêzerên wan agahiyên berfireh nayê parvekirin.

Parêzerên ku bi muwekîlên xwe yên li Şaxa TEM’ê tên ragirtin re hevdîtin kirin, diyar kirin ku tenduristiya wan baş e, ji ber biryara veşartiyê agahî bi wan re parve nekirine. Parêzera Hayiriye Turkekûl a 70 salî ku gelek nexweşiyên wê hene, bi dozger re dema civiya diyar kir ku gelek nexweşiyên muwekîla wê hene, ji bo wê daxwaz kir ku karûbarên wê hinek din lez bikin, dozger diyar kir ku ji ber wesiyaye ev daxwaz red kir.

NAVÊN KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN

Navê hinek ji yên li Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin wihan e:

Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxarên Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran, Endama Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Rabîa Ataş, Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Guler, Hevseroka berê ya HDP’ê Yenîşehîrê Demet Ozkaran, Fîgen Ektî, Ronda Bat, Rozerîn Çatak, Emîne Kaya, Dîlan Yakût, Guneş Guneş, Zeynep Sûncak, Selman Metîn, Tekoşîn Tekîn, Rûken Şehîr û HayrieyTurkekûl a 70’ê salî.