Jinên Ciwan ên Başûr: Em li dijî feraseta baviksalar dakevin qadan

Jinên Ciwan ên Başûr diyar kirin ku ew ê têkoşîna wan a li dijî êrîşên li ser jinan bidome û ji bo çalakiya di 22’ê Tîrmehê de ya li Silêmaniyê bang kirin.

Jinên Ciwan ên Başûr diyar kirin ku ew ê têkoşîna wan a li dijî êrîşên li ser jinan bidome.

Di daxuyaniya Jinên Ciwan ên Başûr de ev tişt hate diyarkirin:

“Çi qasî jin di hebûnê de israr dike ewqasî dijberê wê êrîş, tunekirin û destdirêjî jî zêde dibe. Ji jinan re dibêjin ku ‘azadî û mafê xwe nexwaze, jiyana ku ji te re rewa dîtin bi awayeke bêdeng bijî, eger nejî tu yê werî kuştin’ bi wan zextan jin tên tepisandin û mehkûmê jiyaneke ku ji mirinê xirabtire tê kirin.

Ev rastî di Kurdistanê de bi destê dewletên zilamsalar û feraseta zayendperest ve bi êrîşên cûr be cûr li ser jinê tê ferzkirin. Li her 4 beşên Kurdistanê navê kujer, dewlet û tecawuzkar diguhere lê hişmendî, rêbaz û armanca wan heman e. Li Rojhilatê Kurdistanê jina ciwan ya 15 salî bi destê bavê xwe bi awayeke hovane hat qetilkirin. Dîsa Mamoste Zehra di temeneke pir ciwan de ji ber zimanê Kurdî fêr dikir hate girtin, li Rojavayê Kurdistanê bi destê leşkerên faşîst ên Tirk ve jina ciwan a Efrînî ya bi navê Melek Nebî Xelîl ku 16 salî bû hate revandin û qetilkirin, li Kobanê jî 3 jinên şoreşger ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin armanckirin û şehîd xistin û her wiha bi dehan jin hatin revandin û kuştin. Dîsa li Şengalê bi fermanê ve bi sedan jinên Êzidî ketin destê DAÎŞ’ê û li bazaran hatin firotin. Heya niha jî aqubeta wan jinan nayê zanîn. Li Başûrê Kurdistanê jî di vê pêvajoya bihorî de jineke ciwan li Kerkûkê rastê êrîşa 6 leşkerên tecawuzkar yên eniya Tirkmen hat, dîsa ji ber êrîşên zayendperestî zext û zora ku di nava ew sîstema desthilat de heye li Çemçemalê jinek bi 3 zarokên xwe ve xwe şewitand, li Kerkûkê jineke ciwan bi çek xwe kuşt, li Hewlêrê bavekê bi narincokê (bombe) keça xwe kuşt, dîsa li Hewlêrê zilamekî li ser zarokek 7 salî destdirêjî kir. Her wiha di nava 4 mehên dawî de bi dehan jin li Başûrê Kurdistanê xwe şewitandin û xwe kuştine. Ango bi destê zilaman hatin kuştin.

Di bûyera herî dawî ya li Bakurê Kurdistanê de li bajarê Şirnexê zarokek 13 salî ji aliyê leşkerê faşîst û tecawuzkar ve tê tecawuzkirin. Li Êlihê jî tecawuzî jineke ciwan kirin. Ew yek berdewama plana topyekûn a dewletên zayendperest û zilamsalar e. Beriya niha bi demekê li Tirkiyeyê bi vê armancê ve bi sedan kesên tecawuzkar û kujerê jinan ji girtîgehê serbest berdan û ji bo tepisandina jinên têkoşer hatin şandin. Hemû jinên ku li dijî wan êrîşan têdikoşin jî girtin. Weke ku li Kurdistanê kuştin û tecawuza li ser jinê ya bi destê dewletê rewa hat dîtin û têkoşînkirin jî sûç hate dîtin.

Tu wijdan û exlaq nikare ew êrîşên ku li ser zarok û jinên Kurdistanê tên kirin bipejirîne. Ew êrîş û tecawuza li ser jinan parçeyek ji plana dagirkirina axa Kurdistanê ye û armanc jî derbkirina têkoşîna azadiya jinê ye. Jinên Kurdistanê bi dehan sal in ku li çeperên şer, li qada siyasî û li qada civakî ji bo jiyaneke azad û birûmet têdikoşin. Êdî jin jiyana ku jê re rewa tê dîtin napejirîne. Em jinên ciwan li Başûrê Kurdistanê wê baş dizanin ku jiyana azad bi destê jina azad be tê bidestxisitn. Ji ber vê jî bila hemû dewlet û êrîşkarên jinan baş bizanin ku kes nikare me bêdeng bike. Bi kuştin û destdirêjiyê ve hûn nikarin gav bi paş ve bi me bidin avêtin. Em bibin dengê zaroka 13 salî ya Şirnexê û em bibin qêrîna jinên ciwan ên Êlihê. Û em ê ji bo ku wek mirovek azad bijîn têkoşîna xwe li hemû qadan bidomînin. Kesên ku ji xwe re dibêjin ez parêzvanê mafê mirovan im, xebatê rêxistinkirina jinan dikim yan jî demokrat im ango kesên ku dibêjin ez mirov im divê li hemberî ew êrîşa li ser jin biherikin qada têkoşînê. Werin em bi hev re roja 22’ê Tîrmehê li bajarê Silêmanî saet 5’an li taxa Seholeke li dijî plana dagirkeriyê li kolanan bin û careke din bi hev re biqîrîn ku em jin di azadiyê de bi israr in.”