‘Divê bi pratîkê bê sepandin ku şoreşa Başûr şoreşa jinê ye’

Endamên jin ên Tevgera Azadî bal kişandin ser rewşa xirab a Başûrê Kurdistan, diyar kir ku divê yekîtiya gelê Kurd û bi taybet jinan pêk bê.

Endamên jin ên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi daxuyaniyekê bal kişandin ser rewşa siyasî, aborî, tenduristî û jinan a li Başûrê Kurdistanê.

Bi tevlîbûna bi dehan jin ên Tevgera Azadî li Baxê Giştî yê Silêmanî kom bû bal kişandin ser rewşa li Başûrê Kurdistanê. Li ser navê jinan Hevserokê Tevgera Azadî Tara Husên daxuyaniyek da. Husên diyar kir ku di encama hişmendiya mêrsalarî û desthilatê de, dîsa nebûna têkoşîna azadî û dûrketin li jiyana xwezayî wisa kiriye ku di jiyana civaka de şaştî derkevin.

Husên anî ziman ku ji vê rewşa rû dide ew hemû berpirsin. Husên got: “Di kesayeta jinê de civak hatiye rûxandin û parçekirin.

Husên bal kişand ser rewşa xirab a civakî û got: “Di rewşa niha de civaka me bi krîzan re rû bi rûye û li ber hilweşînê ye. Di pêvajoya 17 salan a desthilata Herêma Kurdistanê de ji ber hemû berjewendiyên pêşkêşî derve kirine, serbixweyî ji dest daye. Ji herêmekî bihêz vegeriyan herêmekî lewaz ku gelek destkeftî hatibûn bidestxitin hatin windakirin.”

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên diyar kir ku nebûna xizmetgozariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo gel, wisa kiriye ku gel bawerî nemîne û wiha pêde çû: “Dagirkerên ku ji Kurdistanê hatibûn derxistin, niha vegeriyane. Dîsa li aliyê din dewleta Tirk xaka me dagir dike û rojan e leşkeran vediguhêze. Welatiyên me şehîd dike û xaka me dagir dike. Mixabin bê helwestî û bê xemî qirika civakê girtiye.”

Husên bi domdarî got: “Ne şerme ku em hevdu rexne bikin û ji bo karekî baştir bikin. A şerm ew e ku bê xem bin û hemû pirsgirêkan çareser nekin. Divê em civak û Başûrê Kurdistanê ji desthilata navendî, hîzbayetî û mêrsalarî rizgar bikin. Kar bikin ji bo jin pêş bikeve û divê bi pratîkê bê sepandin ku şoreşa başûr şoreş jinê ye.”