Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar girtin

Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar a ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve ji erkê hate girtin û li şûna wê qeyûm hate bicihkirin, hate girtin.

Hevşaredara Şaredariya Giyadînê Betul Yaşar ku duh danê sibehê hatibû destîgkirin û piştre qeyûm li şûna wê hate bicihkirin, piştî karên li Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê sewqî dozgeriyê hat kirin.

Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê Yaşarê sewqî Dadgeheriya Sulyê ya Nobedar kir û dadgeriyê biryara girtina Yaşarê da.