AKP û MHP dijminatiya xwe ji ser jin û zarokan didomîne

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser îstîsmar û tecawiza li Kurdistanê û got, “Desthilatdariya AKP û MHP’ê dijminatiya bi Kurdan ji ser zarokên keç didomîne.”

Meclisa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya kampanya "Têkoşîna me li der derê ye" li Agiriyê çalakiya xwe berdewam kirin. Meclisa Jinê ya HDP'ê bi boneya balê bikişîne ser kuştina jinan ên li Agiriyê meşek li dar xistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, Parlamenterên HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Muazzez Orhan, Semra Guzel, Ayşe Acar Başaran û gelek rêveberên jin tev li çalakiyê bûn.

Parlamenter û rêveberên jin ên li ber avahiya HDP'ê ya Agiriyê kom bûn, tevî hemû astengî, dorpêç û tundiya polîsan bi pankarta “Li dijî taciz, tecawiz û qeyûman em hene" heta Qada Komarê ya Agiriyê meşiyan. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadi”, “Cînayetên jinan polîtîk e" berz kirin. Tevî hemû astengiyên polîsan disa esnafan bi îşaretên serkeftinê piştgirî da meşa jinan. Tevî hemû astengiyan jin meşiyan û piştî meşê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran li vir daxuyanî da.

Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku wan kampanya li Enqereyê da destpêkirin û wiha got: "Me li Enqereyê li dijî tacîz, tecawiz, qeyûm û kuştinê ev kampanya da destpêkirin. “Me îro li Agiriyê xwest bi rêveber û wekilên xwe yên jin li dijî polîtikayên AKP'ê bimeşin. Di vê pêvajoya şewbê de hemû rêyên parastina li jinê hatin girtin. Ji jinê re gotin bimire. Jinên ku xwestin li dijî vê yekê têbikoşe, şewba pandemî hincet nîşan dan û têkoşîna jinan asteng kirin. Dengê jinan qut kirin. Hişmendiya mêr a desthilatdariya AKP'ê li dijî dengê jinê dibe asteng. AKP, li dijî kesên dervê fikrên wan dibêje 'Hûn dikarin jinan qetil bikin. Hûn dikarin jinan bikujin.' Em ê li dijî van gotinan her tim dengê xwe bilind bikin. Jin vê yekê tu carî qebûl nakin. Kesên jinan qetil dikin, tacîz û tecawiz dikin wekî ku întîhar kiribe nîşan didin. Li Agiriyê di 35 rojan de 5 jin hatin qetilkirin. Kesên li kujerê 5 jinan digerin dengê wan qut dikin. Jinan qetil dikin û wekî ku întîhar kiribe nîşan didin. Em bang li hemû jinen Agirî dikin. Hûn ne bi tenê ne. Bila têkoşîna me we li ser piyan bihêle. "

Başaran da zanîn ku duh namzetê AKP'ê N.Ş.xwest tacîzî zarokekê bike û wiha lê zêde kir: "Tundî, tacîz û tecawizê wekî siyasetê dimeşînin. Dixwazin jinê di nava çar dîwaran de bieciqînin. Jinên li ber xwe didin dikin hedef. Li Dîlokê bi dehan hevalên me yên jin bê sedem girtin. Em tekoşîna jinan li vir in. Ev êrîş tu carî nikarin bi me gavan paşve bidin avêtin. Li Şirnex û Êlihê em bûn şahid. Ji ber ku wan nagirin bêtir bi hêz dibin. Ev bûyer ne tesadufî ne. Çawîşê Pispor li Êlihê tecawizî mirova 18 salî kir. Ev siyaseta îqtîdarê nîşan dide. Ev dijminantiya jinê û dijminantiya Kurdan e. Em yek kes jî bimînin em ê heta dawî dengê xwe bilind bikin.”