Şehîdên Parîsê li Ermenistanê hatin bi bîranîn
Komkujiya Parîsê li paytexta Ermenistan Erîvanê daxuyaniya çapemenê hat şermezarkirin.
Komkujiya Parîsê li paytexta Ermenistan Erîvanê daxuyaniya çapemenê hat şermezarkirin.
Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an ku yek ji damezrînera PKK’ê û pêşenga tevgera azadiya jinê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin şehîdkirin li paytexta Ermenistan Erîvanê hat şermezarkirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Endama Yekîtiya Jinên Azad Kejê Reşoyan di çalakiyê de axivî û got. “Di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi hovana hatin qetilkirin û komkujiya duyemîn ku dîsa navenda we Parîsê bû Emîne Kara,( Evîn Goyê) Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer di 23’yê Kanûna 2022’yan de hatin qetilkirin. Di heman demeê de sê jinên siyasetmedar Sevê, Fatma û Pakîze di 3’yê Çileya 2016’an de li Silopiyayê hatin qetilkirin û hevala Zelal Hesekê di 13’ê Çileya 2023’yan de li Kerkukê bi hovana hat qetilkirin. Em şehîdan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Desthilatdariya faşîst a Erdogan wisa bawer dike ku wê hesabê van qetilkirinan nede lê em ê bi berxwedan û tekoşîna xwe hesabê hemû komkujiyan yek bi yek ji wan bipirsin.”
DIVÊ DEWLETA FRANSAYÊ KUJERAN DARIZÎNE
Kejê Reşoyan wiha berdewam kir: “Dewleta Fransayê ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj rêdan ku komkujî li welatê wan pêk bê. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku ji bo darizandina dewleta Tirk a qirker û faşîst ku kujerê jinan e hesab bipirsin. Bi wesîleya salvegerê em careke din bang li rêveberiya Fransayê dikin ku bi rengekî demokratîk tevbigere, hiqûqê bi cih bîne û sûcdarên herdu komkujiyên Parîsê darizîne.”
KOMKUJER ÎRO ÊRÎŞÎ ROJAVA DIKIN
Kejê Reşoyan anî ziman ku yên ku ev komkujî kirin îro jî êrişî Rojava dikin û wiha pêde çû: “Dixwazin şoreşa jinê ya Rojava tek bibin. Em dibêjin hûn ê nikar bin şoreşa jinê tek bibin yên tek biçe hûn û desthilatdariya we ye. Em wek jin heta dawî em ê tekoşîna rêhevalên xwe bidomîn û ala wan li erdê nehêlin. Ew ji bo me pêşeng bûn em jî şopdarê doza wan in. Em carek din di şexsê pêşenga têkoşîna jinê û avakara PKK'ê Sakîne Cansiz de hemû cangoriyên doza azadiya jinê û ya gelê Kurd bi rêzdarî bi bîr tînin û soza mezinkirina têkoşîna wan didin û komkujiya rûrêş şermezar dikin.”
Çalakî bi dirûşma “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.