Wê têkoşîna gel bi serkeve

Hevşaredarên Akdenîzê yên ku di binçavan de ne gotin, "em xwedî li mafê bijartin û hilbajartinê derketinê didomînin. Em ê serbikevin, wê gel serbikeve."

Hevşaredarên Akdenîzê yê ku di rêvebirina DEM Partiyê de bû Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên meclîsê ya şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç, Yakup Daniş û Hikmet Bakirhan duh hatibûn binçavkirin. Qedexeya parêzeran îro bidawî bû.

Parêzar çûn navenda polîsan û bi muwekîlên xwe re hevdîtîn kirin. Li gorî agahiyên ku ji parêzaran hatiye girtin: lêpirsîn di Gulana 2024'an de hatiye vekirin û îro wê îfadeya wan were girtin. Parêzar anîn ziman ku morale hevşaredaran bilind e û mesaja wan ragihand.

HEVŞAREDARAN: WÊ TÊKOŞÎNA ME BISERBIKEVE  

Mesaja hevşaredaran di qada nobetê de ji aliyê hûnermend Kadîr Çat ve hate xwendin.

Mesajê hevşaredaran wiha ye:

Em bi îradeya gelê xwe, wek hevşaredarên Akdenîzê xizmetên ku me li ser dad û wekheviyê avakiribû bi endamê meclîsa şaredariyê ve bi awayekî derhiqûqî hatin binçavkirin. Rewşa me ya tenduristiyê gelek baş e û morale me bilind e. Ev kiryar tenê me ne, îrade û rûmeta gelê me yê ku me hilbijartî jî ceza dike. Lê belê em bal dikşînin ku em ê ji vê derhîqûqî re serî netewînin û di şertê de têkoşîna xwe bidomînin. Ji vir em xwedî derketina vîn, mafê bijartin û hilbijartina gelê xwe didomînin. Têkoşîn me wê teqez biserbikeve. Em ê serbikevin, gel wê serbikeve û wê dadwerî serbikeve, serkeftin."