Meclîsa Jinan a HDP’ê di derbarê Tûma Çelîk de daxuyanî da

Meclîsa Jinan a HDP’ê, di derbarê îddîayên li ser Tûma Çelîk de daxuyanî da û got, “Em destûrê nadin ku tu zilamek an jî aliyek ziyanê bigihijîne destkeftiyên me yên têkoşînê.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê di derbarê Tûma Çelîk de daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Meclîsa Jinan wiha ye:

“Meclîsa me ya jinan, di derbarê van îddîayên di fezlekeyên derbarê Parlementerê Mêrdînê Tûma Çelîk de pêşkêşî TBMM’yê hatîn kirin de, di destpêkê de ji bo jinan û raya giştî agahdar bikin me pêwîstî bi daxuyaniyekê dît.

HELWESTA ME DIYAR E

Meclîsa Jinan a me, ji berî destpêkirina şewbê ji pêvajoyê agahdar bûbû. Jina ku di îdiayan de mijara gotinê ‘gotina jinê esas e’ bi rûxmê hevdîtinên ku me bi rêgezên xwe bi israr me pirsî, di derbarê tacîz û tecawûzê de qet gotin nehatine kirin. Di fezlekeya meha Hezîranê hatî Meclîsê de jî îdiayên tacîz û tecawûzê cihê xwe girtin. Ji ber vê çendê tavilê pêvajoya disiplînê hate destpêkirin.

Em meclîsa jinan, me her tim got û dibêjin. Li dijî jinê şîdet, tacîz û tacawûz ji ku derê yan ji kê were helwesta me diyar e. Li ser vê mijarê bi taybet jin, bila gumana kesê nebe.

Em weke jin, li dijî desthilatdariya zilam pêwîst be di nava me de yan ji derveyî me, em wê bi têkoşîna xwe ya bi rêxistinî û piştevaniya xwe bibin bersiv.”