TJA: Demildst divê dawî li necezakirinê were

Tevgera Jinên Azad (TJA) got tundiya li ser jinê 1500 ji 100'î zêde bûye û xwest ku demildest dawî li parastin, şofandin û necezakirinê were.

TJA'yê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir di serdem AKP'ê û hevkarê wê MHP'ê de, di van 18 salên dawî de tundiya li ser jinê, îstîsmarkirina zarokan, kuştina jinê pir zêde bûye.

TJA'yê ragihand li gorî daneyên fermî li Tirkiyê rêjeya tundiya li ser jinê 1500 ji 100'î zêde bûye û van 3 salên dawî ji hezari jin htine kuştin û derdora 13 hezar zarokî ji hêla zayendî ve hatine îstîsmarkirin û diyar kir AKP û MHP'ê çavê xwe ji vê rewşê re digirin, îstîsmara zarokan bûye sîstematîk.

TJA'yê her wiha got polîtîkaya necezakirinê ya li bara sûcên li ser zarok, jin û civakê berbiçav bûye, bal kişande ser tacîz û tecawiza bi destê hêzên çekdar ên Tirk pêk hatî, yên li Êlih û Şirnexê, got dewlet bi reflekseke ku ser tecawiz û tecawizê bigire tevdigere û ev  helwesta dewletê ya li bara îstîsmarkiaina zarokan a li Ensar, Pozantî û Izmîrê bi bîr dixe.

TJA'yê her wiha xwest ku demildest dawî li polîtîkataya prastin, şofandin û necezakirinê were û diyar kir heta ku dadmendî pêk were ew ê têbikoşin.