Taşdemîr: Wê têkoşîna jinê bênavber bidome

Wekîla HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr got têkoşîna jinan ku di rojên herî tarî de jî qad azad kirine û wêrekî geş kirine bênavber wê bidome.

Van demên dawî êrîşên desthilata AKP'ê yên li ser jinên Kurd zêde bûne. Her dawî duh Berdevka TJA'yê (Tevgera Jinên Azad) Ayşe Gokkan û Berdevka Platforma Nûçegihanên Jin ên Mezopotmyayê û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney jî di nv de gelek siyasetmedarên jin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin destgîrkirin. 

Derheqê êrîşên desthilata AKP'ê ya li ser jinên Kurd Wekîla HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û got AKP ji jinan pir ditirse.

Taşdemîr opersyona qirkirina siyasî ya duh a li ser jinên Kurd bi bîr xist û got, Ji bo ku têkoşîna jinê serkut bikin tevgera jinên Kurd weke laboratûvarê tê bikaranîn ji ber vê jî jinên Kurd her carê di hedefê de ne.

Taşdemîr got qada jinê qadeke pir berxwedêr e, ev 5 sal in di serdemên herî tarî de jin derketina kuçeyan, îtîraza xwe diyar kirine, qad azad kirine û wêrekî mezin kirine û desthilata Tirk AKP jî ji vê ditirse. Taşdemîr diyar kir ji ber vê sedemê bi operasyonên têgihiştinê, bi destê darazê, îtîrafan jinan dikin hedef.

Taşdemîr destgîrkirina Dayika Aştiyê Hayriye Demîr a 70 salê jî bi bîr xist û got, ''Ti giringiya wê nîne bê ka temenê te, pozîsyona te, nexweşiya te çi ye an jî ji kîjan siyasetê yî, heke tu Kurd bî, muxalîf bî, li dijî AKP'ê li ber xwe bidî tu di hedefê de yî. Mixabin di vê siyaseta zilmê de peşk li her kesî dikevin.''

Taşdemîr bi berdewamî got, ''Ji bo ku desthilata xwe bidomînin çi kesê ku bi potansiyela muxalîfê ye wê bike hedef; Kurd, jin, niha baro, medyaya sosyal, nûçegihan, aktivîst, destkefiyên jinan..Ango çi kesê ku ne alîgirê AKP'ê ye, muxalefetê dike, di hedefê de ne. Li gorî wan an tu yê bibî AKP'yî, rajêr bibî, an jî dijmin werî dîtin û tinekirin. Îro jî ya heyî siyaseta tinekirinê ye.''

Taşdemîr herî dawî got li gel hemû êrîşan û zextan jî têkoşîna jinê bênavber wê bidome.