Vê carê li Duzceyê jinek ciwan winda bûye
Ji duh ve ji Damla Horoz a 17 salî ku li gundê Haciyakûp a Golyaka ya Duzceyê dijî, agahî nayê girtin.
Ji duh ve ji Damla Horoz a 17 salî ku li gundê Haciyakûp a Golyaka ya Duzceyê dijî, agahî nayê girtin.
Hê nerazîbûnên li dijî qetilkirina Pinar Gultekîn a xwendekara zanîngahê ya li Mûglayê bi dawî nebûyî, vê carê jî agahiya windabûna Damla Horoz a li gundê Haciyakup a Golyaka ya Duzceyê dijî, hate bihîstin.
Jina ciwan a bi navê Damla Horoz a 17 salî ji duh ve agahî jê nayê girtin, malbatê bi rêya tevna dijîtal diyar kir ku nikarin xwe bigihînin keça xwe, xwestin ku dengê wan bê bihîstin.