Keça Gulunay ê hatiye windakirin: Bi têkoşînê me xwe li ser piyan girt

Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay ê berî 28 salan dema destgîrkirin hate windakirin pirsîn. Keça Gulunay got: “Têkoşînê hêz da me.”

Dayikên Şemiyê di hefteya 799’an de çalakiya lêgerîna windayan berdewam kirin. Dayikên şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, li ser înternetê vîdeo parve kirin û qerîna xwe bilind kirin.

Dayikên şemiyê ku dîsa ji ber vîrûsa corona li ser înternetê daxuyanî dan aqûbeta Hasan Gulunay ê di 20'ê Tîrmeha 1992’an de piştî ji mala xwe ya li Tarabya derket hat destgîrkirin û windakirin pirsîn. Hasan Gulunay ê 28 sal berê kesên çekdar bi ser mala wî de girtin û li malê destgîrkirin hêj aqûbeta wî nayê zanîn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Gulunay pirsîn.

Li ser navê Dayikên Aştiyê Umît Tekay Dîşlî aqûbeta Gulunay pirsî. Tekay Dîclî, anî ziman ku ji bo serdestiya hiqûqê pêş bikeve divê berî her tiştî hesab ji rojên borî bên pirsîn û maf û azadiya mirovan bê parastin. Dîşlî, destnîşan kir li Tirkiyeyê polîtîkaya bê cezahiştinê bûye polîtîkaya dewletê û wiha got: "Ji ber polîtîkayên dewletê yên li malê û derve hatin destgîrkirin û windakirin carek din nehat dîtin. Kesên hatin destgîrkirin ser wan girtin. Divê dewlet erka xwe ya Destûra Bingehîn pêk bînin. Ji ber ku dewlet erka xwe nîne kesên mirov destgîrkirin hêj nehatine dîtin û darizandin. Dîsa kesên hatin destgîrkirin û windakirin jî nehatine dîtin.

Dîşlî, anî ziman ku 28 salin Hasan Gulunay winda bûye û heta niha daxwazên wan pêk nehatine û wiha got: “Di 23'ê Gulana 1992’an de li Artvinê Alî Ekber Atmaca hate destgîrkirin û bi êşkenceyê Atmaca kuştin. Li ser cilên Atmaca nasnameya Hasan Gulunay hate ditin. Piştî vê yekê polîs li bavê 4 zarokan Hasan Gulunay ê 32 salî geriyan. Gulunay, di 20'ê Tîrmeha 1992'an de li taxa Tarabya ji bo biçe kar derket. Piştî çû kar carke din veneriya malê.

Dîşlî, da zanîn ku tevî hemû hewldan û lêgerîna malbata Gulunay, disa Gulunay nehat ditin û dosya şandin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û wiha pêde çû: "Heyeta darazê tenê delîl û daneyên leşker û polîsan esas girtin. Darbarê bûyerê delîl kom nekirin û li şahidan guhdar nekirin. Piştre bi hinceta dem boriye biryara hewce bi lêpirsînê tune dan. Parêzerên malbatê di sala 2013’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn jî li gorî pîvanan tev negeriya. Malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) da. DMME'ê di 21'ê Nîsana 2016’an de bi hinceta mafê wî yê jiyanê hatiye îhlalkirin, Tirkiye mahkum kir.

Piştre keça Hasan Gulunay Deniz Gulunay jî axivî û wiha got: "Lêpirsîna me ya li windayan ji nifşeki derbasî nifşê din dibe. Heta ku em sax bin lêgerîn û lêpirsîna me wê bidome. Dema dayika me dihat li qadê rûdinişt, me nizanibû ji bo çiye. Em zarok bûn. Piştî bavê min dema destgîrkirî winda bû, me hemûyan travma derbas kir. Tevî hemû travmayan têkoşîna me heta niha hat û didome. Em bi hêz in. Em heta niha têkoşiyan û em ê ji niha û şûnde jî têbikoşin. Em xwediyê malbatek pir mezin in. Ji ber vê yekê têkoşîna me heta îro hatiye. Meh û demsal derbas bûn. Sal û zeman derbas bûn. Em têkoşiyan û têdikoşin. Heta ku ez bijîm ez ê hesabê vê yekê ji dewletê bipirsim. Em ê tu carî qatilan ji bîr nekin."