Li Şirnexê protestokirina tecawizkaran hate astengkirin!

Polîsên Tirk li Şirnexê nehişt ku êrîşên tecawiz û zayendî yên ji aliyê leşkerên Tirk hatibûn kirin, were protestokirin.

Tevgera Jinên Azad bi tevlêbûna rêveberên KESK û HDP’ê xwest li li Hezexa Şirnexê tecawizên li Şirnex, Êlih û Hezexê protesto bike.

Polîsan nehiştin ku li Kolana Hunerê daxuyanî were dayin. Beriya daxuyaniyê polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA’yan dora kolanê girtin.

Jinan di çalakiyên xwe de israr kirin û polîsan jî tecawiz înkar kirin.

Jinan bi çepik û tilîliyan nerazîbûn nîşan dan û sloganên ‘Zarok bêdeng dimîne, tu bêdeng nemîne’ berz kirin.