Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş û Adnan Selçûk Mizrakli re li Girtîgeha Edîrneyê daxuyanî da çapemeniyê.
Daxuyaniyên Onder, Turk û Pervîn Bûldan bi vî rengî ye:
Sirri Sureyya Onder: “Em bi hevserokê hêja Selahattîn Demîrtaş û birayê xwe û rêhevalê xwe Dr. Mizrakli re axivîn. Beriya her tiştî me dît ku tenduristî û moralê wan pir baş e. Ji bo me ya herî girîng ev bû. Gotin ku ew bi tevkarî û piştgiriya vê pêvajoyê dikin. i hesabê Twitterê yê Demîrtaş de jî wê berfireh were parvekirin. Tiştên pêwîst hûn ji wir bigirin. Tenê tiştekî ku em bibêjin heye. Rexne wan ew e ku ev mijar di televîzyonan de tê berovajîkirin û pêvajo zelal nayê meşandin. Bi hêrs gotin ku ‘Çima hîn digerin’. Hevalino hewceyî bi van tiştan nîne. Ev tişt xizmetê ji aştiya ku tê re nakin. Tiştekî ku 40 sal in didome li holê heye, mirov nikar bi carekê ji holê rake. Ji bo kedeke bi nirx em hewl didin ku hemû derdoran tevl, vê bikin. Di vê wateyê de divê ti kes nekeve nava hewldanên ku pêvajoyê vala derxîne.Ger em çareser bikin em ê bi herdu aliyan re çareser bikin. Ger em vê firsendê ji dest bidin, wê 72 alî têkevin nava vê mijarê.
Weke şandeya me, partiya me, dostên me, hemû xwişk û birayên me, rewşenbîr û hunermend, em cara yekem ji hemû nêrînên siyasî li ser bingeheke wiha berfireh hatin cem hev. Em vê hesasiyetê bi taybetî ji hevalên xwe yên televîzyonê hêvî dikin. Sibe piştî serdana Fîgen Yuksekdag û hevalên me yên din em ê li Enqereyê daxuyaniyeke berfireh bidin. Weke şande em spasiya we dikin ku hûn demek dirêj li benda me sekinîn. Windakerên aştiyê nîne. Divê em vê yekê li ber çavan bigirin. Her kes qezenc dike, windakerên wê nîne. Ji bo wê jî aştî tiştekî hêja ye û bi nirx e. Di raya giştî de gelek caran têgînên çareserî û aştiyê tevlîhev dikin. Ev ne rast e. Aştî tiştek e ku bi hembêzkirinê tê afirandin. Çareserî têkoşîna demokratîk û xebateke demdirêj e. Dirêjî û kûrahiya vê li gorî qadên pirsgirêkê diguhere. Aştiya ku em niha hewl didin ava bikin ev e. Em bi dilên vekirî dibêjin ku tiştekî em ji raya giştî veşêrin nîne. Hûn me nas dikin, em bi dil û can ketine rêwîtiya aştiyê. Em piştgirî, tevkarî, pêşniyar û rexneyên her kesî hêja dibînin. Dîsa spas dikim."
Onder li ser pirsa "Gelo dîroka hevdîtina duyemîn a li Îmraliyê hatiye diyarkirin" wiha bersivand: "Hêj ne diyar e, lê en difikirin ku wê zêde dirêj nebe. Em dîsa silavên Demîrtaş û Mîzrakli parve dikin.”
Ahmet Turk: "Ez dixwazim çend gotinan bibêjim. Biratiyeke Tirk û Kurd a hezar salî heye, rabirdûyeke qedîm heye. Em dibînin ku di sedsala dawîn de ev yek hatiye xerakirin. Armanca me ew e ku ev herdu gelên ku bi hezaran sal in bi hev re jiyane û wan bnin cem hev û hev hembêz bikin. Ez bawerim û hêvî dikim ku li Tirkiyeyê hewcedariya Kurdan bi Tirkan re heye û ya Tirkan bi Kurdan re heye. Armanca me ew e ku Tirkiye bigihêje asteke ku bikaribe demokrasiyê li Rojhilata Navîn bealv bike. Biratî û dostaniya gelên me yên bi hev re bi awayekî demokratîk û azad e."
Pervîn Buldan: "Me serdana Birêz Demiîrtaş û Mîzrakli kir. Me moreleke mezin ji vê serdanê girt. Nirxandinên Demîrtaş û Mîzrakli yên li ser vê pêvajoyê pir zelal û vekirîne. Diyar kirin ku di her şert û mercî de ew ê li pişt vê pêvajoyê bin. Ev ev ji bo me pir girîng e. Ji bo pêvajoya ku em dimeşînin pir bi qîmet e. Ji ber vê yekê em li ser navê şandeya xwe hem spasiya birêz Demîrtaş û hem jî birêz Mîzrakli dikin. Bila rêya me hemûyan vekirî be..”