Li Amedê Aklîme Hanas hate destgîrkirin

Li Amedê Aklîme Hanas a ku ji bo îfadeyê bangî wê hatibû girtin, hate girtin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de ji bo li emniyetê îfadeyê bide bang li Aklîme Hanas (57) hate kirin. Hanas li emniyetê hate destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de derbarê 33 kesan biryara girtinê hatibû dayin û 23 kes hatibûn girtin. Di van operasyonan de Hayrîye Demîr a 70 salî piştre li dadgehê hatibû berdan.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de Aklîme Hanas a ku ji bo îfadeyê bangî wê hatibû kirin, piştî îfadedayînê hate destgîrkirin. Hate diyarkirin ku gelek nexweşiyên Hanas hene û ji bo destgîrkirina wê tu agahî nedane parêzerên wê.