Nasnameya 2 kesên di êrîşa Qereçoxê de hatin qetilkirin eşkere bûn

Hat ragihandin ku kesên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Qereçox ê Dêrikê de jiyana xwe ji dest dane yek jê Ehmet Elî yê ji Serêkaniyê ya ku 6 sal berê hatibû dagirkirin, koçber bûye û ya din jî rêvebera Kongra Starê Şehnaz Omer e.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê nasnameya kesê ku di êrîşa Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên li ser gundê Qereçox ê bejahiya Dêrikê de jiyana xwe ji dest da eşkere kir. Hat diyarkirin ku kesê di êrîşa balafira bêmirov de jiyana xwe ji dest da ciwanê bi navê Ehmed Elî ye ku tevî malbata xwe  6 sal berê ji Serêkaniyê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, hatiye Dêrikê.

Kongra Star jî şehadeta endama rêveber Şehnaz Omer bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk a dagirker fikrê tunekirina DAIŞ`ê li herêmê tehemul nekiriye, ji ber wê her tim pêşengên têkoşîna jinan dike hedef. Herî dawî hevala me Şehnaz Omer a xwedî vîn û her tim li eniyan ji bo azadiya jinan tê dikoşî, kir hedef. Şehnaz li Şam, Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên kongrayê meşandin. Bi saya kesayeta xwe ya nerm û dilnizim kete dilê tevahî jinan. Bi wê re ajokar Ehmed Elî jî şehîd bû."

Di daxuyaniyê de behsa rola Şehnaz di birêxistinkirina jinan û çawa li hember zulmê û zordestiya pergala Baasê serî netewandiye de hate kirin û soz hate dayîn ku dê xewn û xeyalên Şehnaz û şehîdan werin bidestxistin.

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn, Ronahî, şehîdên din mîna Pekîze, Fatme, Sêvê, Evîn Goy û Kerem El Şihab hatin bi bîranîn.

Di dawiyê de careke din teqezî bi domandina têkoşînê di rêya azadiyê de hate kirin û hate gotin felsefeya jin, jiyan, azadî ji têkoşîna tevahî jinan li seranserî cîhanê bûye sembol û mirin wê li pêşiya têkoşîna jinan nebe kelem.