JIN
Hemû Nûçe
-
Qetlîamên li ser jinan berhema pergalê ne
Parêzer Berfîn Polat diyar kir ku zimanê desthilatdariyê, têkiliya kujeran a bi dewletê re û polîtîkaya nebirîna ceza rê li ber vî tiştî vedike ku qetlîamên li ser jinan bidome. -
Dadgeha Bilind a Meksîkayê biryar da ku kurtaj ne sûc e
Dadgeha Bilind a Meksîkayê biryar da ku pênasekirina kurtajê weke sûc, li dijî destûra bingehîn e. Biryar tê wê wateyê ku dadgeh wê êdî bi pey dozên kurtajê nekevin. -
Li Manîsayê di qezayê de jina karker jiyana xwe ji dest da
Karkera çandiniyê Azîze Erbay a li navçeya Alaşehîr diçû nava baxçeyê mêwan, wesayît lê qelibî û jiyana xwe ji dest da. -
Li Stenbol û Mêrdînê 2 jin hatin qetilkirin
Li Stenbolê Abdullah Aydogan hevjîna xwe Eda Aydogan qetil kir. Li navçeya Stewr a Mêrdînê jî Abdulkadîr Pûlent ê piştî hevjînê xwe qetil kir û şûnde reviya, mirî hate dîtin. -
Li Çewligê 2 ciwan xwe întixar kirin, jinek mir
Li Çewligê 2 jinên ciwan xwe întixar kirin. Yek ji jinan jiyana xwe ji dest da. -
Ji endamên RJAK’ê yên PDK’ê girtibûn 2 hatin berdan
Ji endamên RJAK’ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen bi biryara dadgehê û bi kefalet berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî jî hê jî girtî ye. -
Encamnameya Şêwira Jinên Kurd li Ewropayê
Encamnameya Şêwira Jinên Kurd li Ewropayê ya li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê hate eşkerekirin. -
Ayten Dersim: Divê hevgirtina jinan bê xurtkirin
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim destnîşan kir ku ji bo têkoşîna jinê ya girîng mayindekirin û xurtkirina hevgirtinê ye. -
Jinên Efgan: Em hêdî hêdî ji holê têne rakirin
Jinên li paytexta Efganistan Kabûlê, zextên Talîbanê yên li ser jinan bi çalakiyekê şermezar kirin. Jinan di çalakiyê de gotn, "Em hêdî hêdî ji holê têne rakirin." -
Komxebata li dijî dagirkeriyê ya jinan bi dawî bû
Saziyên jinên Kurd ên li Ewropayê ‘Li hemberî dagirkeriyê komxebata jinên Kurd ên Ewropayê’ lidarxistibûn. Di komxebatê de hinek biryar hatin stendin. -
Di Şêwra Jinên Kurd de ji bo têkoşîna li dijî dagirkeriyê bang hate kirin
Şêwira Jinên Kurd a li Ewropayê, li Hollandayê dest pê kir. Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad di destpêka şêwrê de axivî û bal kişand ser rola jinên Kurd a di yekîtiya neteweyî de. -
Di Tebaxê de 31 jin hatin kuştin
Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) di meha Tebaxê de 31 jin hatine kuştin, di mirina 21 jinan de jî guman hene. -
YPJ’ê nasnameya şehîd Zeynep Serêkaniyê ragihand
YPJ'ê şehîdbûna xwe Zeynep Serêkaniyê ragihand û got, “Em ê bi heskirin û dilsoziya Zeyneban dagirkeriyê li ser axa xwe rabikin, şoreşa jinê geş bikin, siberojên azad misoger bikin.” -
Jinên Tîrêjên Rojê dijî nîjatperestên Tirk çalakî kir
Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li dijî nîjatperestên Tirk ên AKP-MHP'yî çalakî kirine. -
5'ê Îlonê Jinên Kurd ên li Ewropayê wê şêwrê bikin
5'ê Îlonê jinên Kurd en li Ewrropayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê wê şêwrê bikin. -
'Li Efganistanê jî weke jinên Kobanê û Efrînê jin wê rêxistiniya xwe bikin'
Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efgan Selay Gaffar têkoşîna jinên Kobanê û Efrînê ku li dijî DAÎŞ'ê û rejîma Erdogan ji bo mafên jinan û azadiya welatê xwe têkoşiyan mînak da û got, ''Li welatê me jî jin wê rêxistiniya xwe bikin." -
TAJÊ: Em ji dewleta Tirk û hevkarên wê natirsin
TAJÊ nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê da û ragihand; “Em ji dewleta Tirk û hevakarên wê natirsin. Çi dikin bila bikin emê serî li hemberî wan netewînin.” -
Ji bo Demîrel a HDP’î 30 sal ceza tê xwestin!
Ji Parlementera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel a rehîn hatiye girtin, 30 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. -
Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
Hejmara Îlonê ya rojnameya Newaya Jinê bi hejmara 198'an kete ber destê xwendekaran. -
Li Egeyê mafê 213 jinan hatiye xwarin
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, ragihand ku li Egeyê di nava 4 mehan de mafê 213 jinan hatiye xwarin. -
Gokkan neanîn merasîma veşartina dêya wê
Lutfiye Gokkan a ku dêya Berdevka Demkî ya TJA’yê Ayşe Gokkana di girtîgehê de ye, hate veşartin. Gokkan neanîn merasîma veşartinê. -
'Divê jin li her derê rêxistinbûyî û çalak bin'
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku jin divê li her derê rêxistinbûyî bin û got, "Em dest ji rêbaza kar a burokratîk û elît berdin. Modelên rêxistinbûnê biafirînin ku li her kesî tên." -
TJA: Jiyana azad bi têkoşîneke rêxistinkirî pêkan e
TJA ya bi boneya 1’ê Îlonê daxuyanî da, têkildarî tecrîd, şer, nîjatperestî û zayendîtiyê peyam da û got: “Jiyana azad bi têoşîna rêxistinkirî pêkan e.” -
Bêrîvan Eyûb a di hepsa PDK'ê de ye, kete greva birçîbûnê
Rêxistina çavdêriya mafê mirovan li Başûrê Kurdistanê Kurdistan Watchê da zanîn ku Bêrîvan Eyûb a di hepsa PDK´ê de ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ye û rewşa wê ya sihetê gelekî xira bûye. -
Li Limasolê çalakiya ji bo piştgiriya jinên Efgan
Li bajarê Limasolê yê Qibrisê, Însiyatîfa Jinê ya Qibrisê ji bo piştgiriya bi jinên Efgan re çalakiyek li dar xist.