Ji endamên RJAK’ê yên PDK’ê girtibûn 2 hatin berdan

Ji endamên RJAK’ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen bi biryara dadgehê û bi kefalet berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî jî hê jî girtî ye.

Bi boneya salvegera 7.emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatbûn destgîrkirin.

Endam û Rêveberên RJAK’ê 5’ê Tebaxê li seytereya Kelek ya Hewlêrê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve tên destgîrkirin. Ji dema ku hatine destgîrkirin heya niha agahî ji endama meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen nedihate girtin.

Piştî 33 rojan duh êvarî bi biryara dadgehê û kefalet endam û rêveberên RJAK Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen hatin berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî hê jî nehatiye berdan. Derbarê mijarê ti daxuyaniyek jî nehatiye dayîn.