Qetlîamên li ser jinan berhema pergalê ne

Parêzer Berfîn Polat diyar kir ku zimanê desthilatdariyê, têkiliya kujeran a bi dewletê re û polîtîkaya nebirîna ceza rê li ber vî tiştî vedike ku qetlîamên li ser jinan bidome.

Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat diyar kir dema ku ya mexdûr Kurd be, helwesta saziyên darizandinê ya derbarê şîddet û qetlîama li ser jinan jî cihê ye.

Polat diyar kir ku şîddeta li ser jinan ne bi tenê fîzîkî ye û qala aliyên wê yên psîkolojîk û astengkirina azadiyê kir. Polat got “Li Tirkiyeyê di şîddeta li ser jinan de polîtîkaya nebirîna ceza bi awayekî tê xurtkirin û piştgiriya kujeran tê kirin. Carinan em dibînin ku cezayên cihê li kujerên ji heman sûcî dibirin. Ji ber ku li Tirkiyeyê gelek nasnameyên dîtir hene. Wekî di mînaka Denîz Poyraz de, dema ku jineke Kurd be, rewş dijwartir dibe. Dema ku nasnameyên we yên cihê hene, giraniya şîddetê û şîddet bi xwe diguhere. Ji ber vê jî em rastî gelek nasnameyên cihêkar tên.”

PIŞTGIRIYA SAZIYÊN JINAN

Parêzer Polat diyar kir saziyên jinan ên Tirkiyeyê dema mesele cînayetên li ser jinan be piştgiriyê didin hev lê dema nasnameyeke cihê be, ev piştgirî dijwartir dibe. Polat got “Dema nasnameyeke cihê be, carinan ev piştgirî dijwar dibe. Ji ber ku asta cihêkariyê ya li ser nasnameyên dîtir cihê ye. Ji xeynî jinbûnê, dema nasnameyên cihê yên mirov hebe, giraniya şîddetê zêdetir dibe.”

CÎNAYET POLÎTÎK IN

Parêzer Polat diyar kir gelek cînayetên li ser jinan di medyayê de cih nagirin û got “Bi tenê di meha Tîrmehê de nêzî 20 jin hatin kuştin. 12 jin bi awayekî gumanbar mirin. Îro bi saya têkoşîna hevpar a jinan û cesaretê ku ji hev stendine, ev şîddet piçekî din tê dîtin. Dema ku şîddet li mirov were kirin û mirov vê şîddetê veşêre, ev jî dibe şîddet. Şîddet û qetlîama li ser jinan polîtîk e. Ji ber pratîka erka siyasî û mekanîzmayên darizandinê pêk hatine. Dema ku şîddet li jinan tê kirin, jin gelek caran diçe ber deriyê dewletê, serî li saziyên darizandinê dide lê dîsa jî tê kuştin. Cînayeta li ser jinan, bi tenê ji ber ku jin e tê kuştin û qirkirina jinbûnê jî tê wateya ku dewlet jinan naparêze û ceza li kujeran nabire. Ev rewş hatiye asteke sîstematîk. Dewlet jî kujer jî divê pirsan ji xwe bikin. Jin bi pêş ve diçin, xwe rêxistin dikin, ev tişt kêfa dewletê nayne. Ji ber vê jî dema şîddet û qetlîam li ser jinan tê kirin, an bêdeng dimîne yan jî dibe alî.”

DI QETLÎAMÊN LI SER JINAN DE ZIMANÊ ÇAPEMENIYÊ

Parêzer Polat diyar kir ku di kuştinên li ser jinan de carinan zimanê çapemeniyê jî rê li ber cînayetan vedike û got “Di çapemeniyê de carinan tişta ku faîl kiriye, tê meşrûkirin. Di cînayetên li ser jinan de, ne hewce ye bûyer ewqasî bi kitekit were gotin. Divê rewşeke wisa tunebe ku rê li ber kujerên potansiyel veke. Divê mirov cih nede nûçeyên li ser îradeya kujer, ji ber ku ew jina ku karibe bersivê bide wî êdî tune. Bi hincetên wekî ‘namûs,’, ‘hêrs’, ‘cînnet’ û ‘nexweşî’ divê cînayet di medyayê de cih negire. Tu aliyê mafdar ê şîddet û cînayetê tune. Di çapemeniyê de divê rêyên ku jin wê karibin xwe biparêzin werin diyarkirin. Divê were diyarkirin jin ligel ku çûye saziyan û hêzên parastinê, doza parastinê kiriye lê dîsa jî hatiye kuştin.”