Li Çewligê 2 ciwan xwe întixar kirin, jinek mir

Li Çewligê 2 jinên ciwan xwe întixar kirin. Yek ji jinan jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê Dîcle Y. ya 18 salî ku bi malbata xwe re li hev nekiriye tê îdîakirin ku duh hewl daye întixar bike. Dîcle Y. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê û hat zanîn ku rewşa wê baş e û ji nexweşxaneyê hatiye derxistin.  

Li aliyê din hat îdîakirin ku Zehra Sumen (27) ku li navenda Çewligê dijî çar roj berê întixar kiriye. Hat zanîn ku roja întixar kiriye jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê hatiye veşartin. Hat diyarkirin ku Sumen bi tundiya derûnî ya hevjîn û malbata xwe re rûbirû mye. 

Hat zanîn ku du zarokên Sumen hene.