Ji bo Demîrel a HDP’î 30 sal ceza tê xwestin!

Ji Parlementera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel a rehîn hatiye girtin, 30 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Piştî ku doza Parlementera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan Çaglar Demîrel ya ji Doza Giştî ya KCK’ê bi doza 7 sal û 6 meh yê girtîgehê re bû yek û şûnde betal bûbû, ji nû ve doz pêk hat. Rûniştina yekem a dosyayê îro li Dadgeha Ceza ya Giran a 5’an a Amedê pêk hat.

Demîrel a rehîn tê girtin li gel parêzer Serdar Çelebî û Şeyhmûs Bayhan tevlî dozê bûn.

Demîrel got: “Li mala min nêzî 50 CD û pirtûkên têkildarî jinan hebûn. Li gel min hemû tomar kirin, min îmze danî binê wê. Dibêjin çûne heta serşoyê, lê ez nebûm şahidê vê. Bi kîsekê ku îdîa dikin ji serşoyê girtine, xwestin bi min bidin îmzekirin. Di wê navê de parêzerê min jî nehatibûn. Min xwest tiştên di hindurê kîs de bibînim, lê nîşanî min nedan. Ji wê beşê min bawer nekir.”

Dozger xwest Demîrel ji doza KCK’ê cara duyemîn bi ‘endama rêxistinê’ cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Dozger ji bo her îdîanameyê cuda cuda ji sûcê ‘endama rêxistinê’ daxwaza 30 sal a ceza kir, daxwaza dewama girtina Demîrel xwest.

Dadgehê jî biryara dewama girtina Demîrel da, daxwaza parêzeran a dem a ji bo parastina mutalayê erê kir, rûniştin taloqî 21’ê Îlonê kir.