Ayten Dersim: Divê hevgirtina jinan bê xurtkirin

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim destnîşan kir ku ji bo têkoşîna jinê ya girîng mayindekirin û xurtkirina hevgirtinê ye.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) Ayten Dersim ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser girîngiya hevgirtina jinan a di têkoşîna dijî faşîzmê de.

Ayten Dersim di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku modernîteya kapîtalîst ne tenê li Rojhilata Navîn, lê belê li tevahiya cîhanê krîzek afirandiye û got, "Ya ku derba herî giran ji vê sîstemê dixwe, weke mirov nayê dîtin, destdirêjî lê tê kirin, tê kuştin û ev kiryarên lê têne kirin jî rewa têne nîşandan, jin e. Rastiyeke jinê heye ku ji serdemên destpêkê yên dîrokê ve li dijî vê yekê li ber xwe dide.

Polîtîkayên kapîtalîzmê yên li ser herêmê îro jî bandora herî giran li jinan dike. Rêberê me jinê weke 'neteweya destpêkê ya hatiye talankirin' pênase dike. Gelek ramanger jî heman tespîtê dikin."

'LIHEVKOMBÛNA TEVGERÊN JINAN ÊN PARÇEBÛYÎ GELEKÎ GIRÎNG E'

Ayten Dersim anî ziman ku rêxistinî û kombûnên jinan bi rengê Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn û lêgerînên li çareseriyê girîng e û got, "Lêgerînên ji bo çareseriyê, çalakî û berxwedana jinan a li çar aliyên cîhanê îro li pêş çavan e. Ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn têkoşîneke girîng a jinê heye, lê belê xwedî sekneke parçebûyî ye. Ya girîng ew e ku ev tevgerên jinan ên parçebûyî li hev bicivin û veguherin hêzê. Gelekî pêwîst e ku li dijî modernîteya kapîtalîst jin xwe ji aliyê îdeolojîk, fikrî û xweparastinê ve bi rengekî hevpar bi rêxistin bikin, xwe bikin hêz."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim anî ziman ku jinên Kurd li dijî faşîzmê xwedî tecrûbeyeke mezin e û got, "Tevgera me ya azadiya jinê di serî de li çar parçeyên Kurdistanê li cografyaya lê ye, li dijî faşîzmê, dewleta serwer, li dijî înkarê timî têkoşiya, ji roja destpêkê heta niha xwe timî bi rêxistin kir. Li nava gerîla xwe bi rêxistin kir, li Rojava, li Şengalê, li Başûr, li Rojhilat, li Bakur xwe bi rêxistin kir. Di konferansê de biryar hate dayin ku zemînê nîqaşê bê berfireh û mayindekirin. Ev gelekî girîng e. Ji aliyê têkoşîna jinê ve mayindekirin û xurtkirina hevgirtinê li platformên cuda gelekî girîng e."

'LI SER QIRKIRINA KURDAN LI HEV KIRINE'

Di dewama axaftina xwe de Ayten Dersim êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê nirxand û got, "Hêzên hegemon ên navneteweyî îro rolek dane faşîzma Erdogan. Hevdu bi kar tînin û li hev dikin. Tê dîtin ku li ser qirkirina Kurdan li hev kirine."

'FAŞÎZMA KU EMRÊ XWE TEMAM BÛYE, ÊRIŞÊ DIBE SER GEL, KOMKUJIYAN DIKE'

Ayten Dersim diyar kir ku tevgera azadiyê 40 sal in li dijî her rengê faşîzmê şer kir û got, "Di her roj û kêliyê de ji bo me gotin, 'em ê bi vî rengî wan biqedînin, wan tine bikin', lê belê yên ev digotin hemû çûn, qediyan. Îro jî faşîzma tarî bi rêbazên hovane êrişê dibe ser gelan û temenekî datîne pêşiya tevgera me ya azadiyê ku hêza berxwedanê ya gelan e. Ya rast, divê mirov vê yekê berevajî fêhm bike. Ev verziyona faşîzmê ku emrê xwe temam bûye, ji bo xwe ji rewşa xitimandî rizgar bike êrişê dibe ser gel û komkujiyan dike.

Ji ber vê yekê ji bo tişta ku çeteyan nîvco hiştin temam bike êrişê dibe ser xelkê Şengalê, bombeyan li nexweşxaneyê dibarîne. Li Rojava xelkê sivîl direvîne, zarokan dikuje. Şengaliyên ku rejîma Erdogan a faşîst êrişî wan dike, dibêjin 'Em dixwazin li Şengaleke xweser a ser bi Iraqê ve bi bawerî û çanda xwe bijîn'. Meclîsên xwe hene, xweparastina xwe heye, biryarên xwe bi xwe didin. Faşîzm nikare xwe li vê rabigire û hewl dide fermaneke nû li wan rake. Li Rojava jî bi heman rengî êriş dike. Sedema vê jî ew e ku gel dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe.

'TÊKBIRINA ÊRIŞÊN FAŞÎZMÊ BI RÊXISTINIYA GEL, CIWAN Û JINAN DIBE'

Faşîzm wê xwe li vê ranegire. Têkbirina van êrişan jî bi rêxistiniya gelan, jinan û ciwanan dibe. Bala xwe bidinê; Li Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Xakurkê zêdeyî çar men êrişên ji bo dagirkirinê têne kirin û rastiyeke berxwedanê heye ku nahêle dijmin gavekê jî biavêje. Teknîk, kîmyasala ku bi kar neanîne nemaye, lê belê bi îradeya mirov, bi gerîlayê modernîteya demokratîk ê berxwedêr ev hemû hatin pûçkirin. Mirov dema dibe xwedî îrade haya xwe ji azadiyê çêdibe. Dema ku haya xwe ji azadiyê çêdibe, hingî li hemberî tank, top û balafiran yanî li hemberî çeka herî xurt bi îradeya xwe bi ser dikeve.

Li dijî faşîzmê, rastiya gel ê rêxistinbûyî û xwedî îrade bi ser dikeve. Ev ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo gelên li vê erdnîgariyê hemûyan derbas dibe. Gelên rêxistinbûyî bi têkoşîna xwe, bi helwesta hevpar a li dijî faşîzmê, wê dawî li faşîzmê bîne û biharê diyarî gelan bike."

'PDK'Ê XWE BI DEWLETA TIRK, BI DAGIRKERAN VE GIRÊ DAYE'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re û got, "PDK'ê xwe bi dewleta Tirk ve, bi hêzên serdest ve girê daye. Xeta nokerî û hevkariyê ji ber vê yekê timî mezin bû. Gelek mînakên vê hene. Gelek şoreşger qetil kirine, niha jî heman tiştî dike. Ji aliyekî ve heyetan dişîne û di hevdîtinan de soza 'Em ê xwîna xwişk û bira nerijînin' didin. Xaka te, welatê te, erdnîgariya te her roj ji aliyê dagirkeran ve têne bombekirin; bi hezaran gundên te hatine valakirin, xelk bêmal maye, bê bexçe maye. Ewqasî pêşî li dagirkirina Kurdistanê hatiye vekirin gotina 'Em ê xwîna xwişk û bira nerijînin, me fîşek bernedan gerîla' têrê nake, xweparastineke bi vê gotinê vala ye. Tu yê bi her awayî îstîxbaratê bide rejîma Erdogan a faşîst ku ji bo qirkirina Kurdan sond xwariye, tu destûrê dide ku xwezayê talan bikin û li ser xaka te qereqolan çêbike, tu dikeve navbera gerîla û dijmin û bi vî rengî rê dide dijmin ku hîn bêhtir êriş bike. Gelo ev ne rijandina xwîna xwişk û bira ye? Garê, Avaşîn, Metîna, Heftanîn li ku ye? Yên ku bi her awayî piştgiriyê didin dewleta Tirk ku van deveran dagir bike, dema ku dijmin sibe kete nava Silêmaniye û Hewlêrê, gelo ev ê helwestê nîşan bidin? Divê dîrok rast bê xwendin. Haya gel/gelan ji her tiştî heye. Ji ber vê yekê bi navê Tevgera Jinê ya Azad em zanin ku ev rêxistiniyên hevkar û noker dixwazin çi bikin. Ji bo yekîtiya neteweyî jî em guh nadin van rêxistiniyan, em guh didin jinên Başûrê Kurdistanê. Eger tevgerên jinan bibin yek wê dawî li vî şerê qirêj, dawî li vê xeta nokeriyê bînin.

'BERXWEDANA XELKÊ ME YÊ BAŞÛR A LI DIJÎ XETA XIYANETÊ, SILAV DIKIM'

Li ser vê bingehê berxwedana xelkê me yê Başûr, jinên Başûr, ciwanên Başûr a li dijî xeta xiyanetê, silav dikim. Ev têkoşîn divê bê mezinkirin. Jinên Kurdistanî xwedî vê tecrûbe û ezmûnê ye. Ya girîng ew e ku tenê bi wêrekî biryar li ser vê bê dayin. Ya mayî jî rêxistinî ye. Bi navê PAJK'ê em ji her demê bêhtir ji vê re amade ne û em ê her tim bi vî rengî têbikoşin."