Li Egeyê mafê 213 jinan hatiye xwarin

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, ragihand ku li Egeyê di nava 4 mehan de mafê 213 jinan hatiye xwarin.

Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora têkildarî binpêkirinên mafên jinan ku di 4 mehan de li Herêma Egeyê pêk hatine li avahiya komeleya xwe eşkera kir.

Di daxuyaniyê de endama Komîsyona Jinan Cemîle Karakaya axivî. Karakaya, bal kişand ku piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan, tecawiz û mirin zêdebûne û diyar kir ku di 6 mehên ewil ên di sala 2021’an de zilaman 130 jin qetilkirin e. Karakaya, bi lêv kir ku piştî fesixkirina peymanê nêzî 100 jin hatin qetilkirin.  

Karakaya destnîşan kir ku di 4 mehan de li Herêma Egeyê 213 binpêkirinên mafan ên jinan hatine xwarin.