Li Stenbol û Mêrdînê 2 jin hatin qetilkirin
Li Stenbolê Abdullah Aydogan hevjîna xwe Eda Aydogan qetil kir. Li navçeya Stewr a Mêrdînê jî Abdulkadîr Pûlent ê piştî hevjînê xwe qetil kir û şûnde reviya, mirî hate dîtin.
Li Stenbolê Abdullah Aydogan hevjîna xwe Eda Aydogan qetil kir. Li navçeya Stewr a Mêrdînê jî Abdulkadîr Pûlent ê piştî hevjînê xwe qetil kir û şûnde reviya, mirî hate dîtin.
Li taxa Şirîntepe ya navçeya Kagithane ya Stenbolê Abdullah Aydogan hevjîna we Eda Aydogan bi çekê qetil kir. Piştre jî Abdullah Aydogan dawî li jiyana xwe anî.
Li navçeya Stewr a Mêrdînê jî Abdulkadîr Pûlent (62) li gundê Teffê 3’yê Îlonê hevjîna xwe Emîne Pûlent (61) a bi hev re çûbûn nava baxçeyê rezan, qetil kir. Abdulkadîr ê piştre reviya piştî 5 rojan û şûnde mirî hate dîtin.
Tê texmînkirin ku kujer xwe întixar kiribe.