Di Şêwra Jinên Kurd de ji bo têkoşîna li dijî dagirkeriyê bang hate kirin

Şêwira Jinên Kurd a li Ewropayê, li Hollandayê dest pê kir. Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad di destpêka şêwrê de axivî û bal kişand ser rola jinên Kurd a di yekîtiya neteweyî de.

"Şêwra Jinên Kurd a li Ewropayê ya li dijî dagirkirina Kurdistanê" bi beşdariya nûnerên gelek saziyên jinên Kurd li Hollandayê dest pê kir.

Di şêwrê de ku jinên ji çar parçeyên Kurdistanê lê amade ne, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ji bo têkoşîna hevpar bang hate kirin.

'DIVÊ EM BI RENGEKÎ EŞKERE LI BER DAGIRKERAN RABIN'

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda neteweyî ya Kurd 'Ey Reqîp' Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad destpêkê axivî û got, "Em di pêvajoyeke hesas û krîtîk de ne. Dewleta Tirk rojane êrişî gelê me dike. Li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê êriş hene. Polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Dewleta Tirk biryareke bi vî rengî wergirtiye.

Gelo li dijî van êrişan rola me jinan çi ye? Bi rêxistinî, bi têkoşînê em dikarin li ber van êrişên dagirkeriyê rabin. Divê em jin îro li vê şêwrê nîqaş bikin, analîzan bikin û bi biryareke cidî helwesta xwe ya li dijî dagirkeran bi şênberî nîşan bidin."

'DIVÊ EM BI HÊZA JINÊ PIŞTRAST BIN'

Siyasetmedar Tûba Hezer jî anî ziman ku dewleta Tirk bi salan e li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike û jin timî li ber vê yekê radibin.

Berdevka Kongreya Star a li Ewropayê Dilşah Osman bal kişand ser têkoşîna jinan û got, "Jinên Kurd li Rojava bi têkoşîna dijî DAÎŞ'ê mohra xwe li cîhanê xist. Bû sembolek, bû çavkaniya sûdwergirtinê. Îro jî jin bi têkoşîneke hevpar dikarin li ber dagirkeran rabin. Ya pêwîst ew e ku haya me ji hêza me hebe."

Haskar Kirmizigul bi navê Jineolojiyê axivî û bal kişand ser dîroka têkoşeriyê ya jinên Kurd. Kirmizigul anî ziman ku jinên Kurd pêşengiyê ji şoreşa li Kurdistanê re dikin. Kirmizigul destnîşan kir ku jin xwedî wê hêzê ne ku îro jî pêşengiyê ji têkoşîna li dijî dagirkeran re bike.