Li Limasolê çalakiya ji bo piştgiriya jinên Efgan

Li bajarê Limasolê yê Qibrisê, Însiyatîfa Jinê ya Qibrisê ji bo piştgiriya bi jinên Efgan re çalakiyek li dar xist.

Piştî ku Talîbanê Efganistan bi dest xist, ji bo balê bikişîne ser metirsiya li dijî jinan li bajarê Limasol ê Qibrisê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku Însiyatîfa Jinê ya Qibrisê pêk anî, hate ragihandin ku ew bi jinên Efgan re ne û hate gotin, "Jin ên Efgan bi hêza xwe dikare li hemberî Talîbanê û zîhniyeta wê ya barbar hêzeke mezin a têkoşînê biafirînin."

Di çalakiyê de dirûşmên "Bimire Talîban", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana jinan", "Em bi jinên Efgan re ne" hatin qîrîn.