TJA: Jiyana azad bi têkoşîneke rêxistinkirî pêkan e

TJA ya bi boneya 1’ê Îlonê daxuyanî da, têkildarî tecrîd, şer, nîjatperestî û zayendîtiyê peyam da û got: “Jiyana azad bi têoşîna rêxistinkirî pêkan e.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TJA’yê diyar kir ku daxwaza wan a jiyana azad ku tê xwestin di nav taritiya tecrîdê de were fetisandin, wê bi hêza wan a rêxistinkirî pêk were.

Daxuyaniya nivîskî ya TJA’yê wiha ye:

“Şer ne tenê xwîn e, şer nasnameya tê kuştine, şer xwezaya tê şewitandine, şer zarokên birçî tên hiştine, şer jinên ku tên qetilkirin û keda wan nayê dîtine. Heke di destê dewlet û zilamê serwer de çek hebe jinan jî heviya aştiyê ku bi dilê xwe mezinkirî heye. Ji ber vê yekê li dijî tecrîd, şer, nijadperestî û zayendperestiyê qêrîna herî bi hêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye.

Em jin bi zanebûna mexdûrên herî mezin ên şer, bi berpirsyartiya rêxistinkirina berxwedana herî meizn îro jî mecburin ku qadan dagirin.

Em dizanin ku daxwaza me ya jiyana azad ku tê xwestin di nav taritiya tecrîdê de were fetisandin, wê bi hêza me ya rêxistinkirî pêk were û li nasnameya xwe bi avakirina aştiyeke bi rûmet xwedî derdikevin. Bijî Aştî. Jin Jiyan Azadî.”