Jinên Efgan: Em hêdî hêdî ji holê têne rakirin

Jinên li paytexta Efganistan Kabûlê, zextên Talîbanê yên li ser jinan bi çalakiyekê şermezar kirin. Jinan di çalakiyê de gotn, "Em hêdî hêdî ji holê têne rakirin."

Li paytexta Efganistan Kabûlê, jin daketin qadan û zextên Talîbanê şermezar kirin.

Yek ji çalakgeran Tahmîna 32 salî qala armanca xwe kir: "Em dixwazin ku Talîban hurmetê nîşanî mafên jinan bide." Tahmîna ji mîkrofonên Europe1 re wiha axivî: "Yek ji wan nêzî min bû, ji min re got ku divê vegerim mala xwe û turbana min ne guncaw e." Tahmîna diyar kir ku wê wextê wê çarşefa reş li xwe kiribû.

Dadger Nabîla Monawary jî anî ziman ku sê hefte ne ku Talîban ketiye Kabûlê, jin nikarin bixebitin, jiyana wan di nava metirsiyê de ye û diyar kir ku ji bo nekeve destê Talîbanê neçar e her roj tevî hevser û zarokên xwe malekê biguhere.

Monawary ragihand ku Talîbanê girtî hemû berdane ku di nava wan de yên ku dest avêtin jinan jî hene. Monawary destnîşan kir ku bi berdana mêrên mehkûmkirî re jiyana jinan ketiye nava metirsiyê.