Encamnameya Şêwira Jinên Kurd li Ewropayê

Encamnameya Şêwira Jinên Kurd li Ewropayê ya li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê hate eşkerekirin.

Şêwira Jinên Kurd li Ewropayê ya li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê ku 5'ê Îlonê li Hollandayê hate lidarxistin, encamên wê hate eşkerekirin.

Encamnameya şêwrê wiha ye:

PÊWÎSTIYA BI SIYASETA YEKRÊZÎ YA JINÊN KURD LI EWROPAYÊ

"Ji ber rewşa Kurdistanê ya wek mentînger/koloni, bi qasî 2 mîlyon Kurd li Ewropayê ne. Bi pirranî jî, wek penaber li wan deran di bin zor û zehmetiyan de dijîn. Dewletên Ewropî jî, ji ber berjewendiyên bazirganiya xwe li gel dagirkerên Kurdistanê meşa xwe berdewam dikin. Ev sedemên girîng in ku jinên kurd ên li derveyî welat li hev bişêwirin û dengê xwe bilind bikin. Qedera jiyana jinên kurd ên li Ewropayê jî, bi pêşketin, şer û krîza ku li ser Kurdistanê tê ferzkirin ve girêdayî ye. Ji ber ku dewletên Ewropî, Neteweyên Yekgirtî (UN) û saziyên din yên navdewletî, li hemberî hezên dagirker wek Tirkiye û Îran ji ber berjewendiyên xwe bê deng dibin, dibin şirîkê şerê dijî kurdan.  Dewletên Ewropî bi lîstêyên terorê dixwazin doza azadiya Kurd li Ewropayê ji krîmînalîze bikin û Kurdên li gorê berjewendiyên xwe ava bikin. Li Ewropa yê jî pirsgerika Kurd wek pirsgerikek navneteweyî berdewame. Ji ber wê jî pewîstiya siyaseta yekrezî ya jinên Kurd li Ewropa jî heye. 

Ji ber vê sedemê jinên Kurd ji 4 parçeyên Kurdistanê, di roja 5'ê Îlone li Hollanda şewira xwe, bi beşdariya jinên ji beşên cûda yên siyasî û civakî pek anîn. Bi pêşkêşkirina raporan li ser rewşa jinan li Bakûr, Rojhilat, Başûr, Rojavayê Kurdistan û derveyê welat guftogohên girîng û berfireh hatin kirin. 

Di şêwirê de jinan destnîşakirin ku Kurdistan di roja îro de hem navenda şerê Rojhilata Navînê hem jî di asta global de bûyê navenda krizê ye. Şewrê bang kir ku Jinên Kurd ên derveyê welat pewîste bi çalakiyên civakî û karên dîplomatîk pêşiya alîkariya dewletên Rojavayî ji bo dewleta Tirk bigrin û daxwaza pêkanîna yasayên navdewletî bikin. Dewletên Tirk, Îran, Surî û Iraq hê jî hesabên mêtîgeriya li ser Kurdistanê dikin. Pêşengtiya mêtîngerî û dagirkeriyê jî niha dewleta Tirk dike. Dewleta Tirk li Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi sistematik siyaseta dagirkeriyê pek tîne û bûyê dijminê neteweyî yên Kurd. Rejîma Tirk di bin rêvebiriya Erdogan de, her wiha dijminê jina ye, ji ber ku îdeolojiya baviksalariyê peş dixe.

3 PÎVANÊN KU REJÎMA TIRK BI RÊYA DAÎŞ Û TALÎBANÊ LI SER HERÊMÊ FERZ DIKE

Dewleta Tirk aloziya Rojhilata Navîn ji bo xwe wek firsend dibîne û stratejiya dagirkeriye pêş dixe. Lewazbûyîna desthilatdariya dewletên Surî û Iraqê, ji bo stratejiya xwe guncav dinirxîne. Li ser Rojavayê Kurdistanê Sûrî û li ser Başûrê Kurdistanê dixwazê Iraqê dagir bike.  Rejîma AKP-MHP 3 krîteran dide pêş civakê: Tirkbûyîn; mêrbuyîn; Îslama Sunî bi mezheba hanefî. Yên ku ne li gorê wê îdeolojiya wan bin jî, asteng dibînin û ji holê radikin. Jinên Kurd ne Tirkin, ne mêr in. Ew bi jinên elewî, ezîdî, şafî xwediyê baweriyên berfirehin. Ji ber wê jî dibin navenda êrişan. Rejîma Tirk di çerçova senteza Tirk-Îslam wan 3 krîteran dixwaze bi rêya DAÎŞ û Talîbanê, li tevahî Rojhilata Navîn belav bike. 

Lê, berxwedana Kurdan  nahelê ev stratejî li Kurdistan pêş bikeve. Di berxwedana Kurdan de jî jin peşeng in. Lewma bi hemû şêwazan erişî Kurdan dike, lê nikare encam bigire. Ji bo wê jî siyasetên cûda cûda ji bo bêdengkirina Kurdan û jinan pêşdixe. 

'BERXWEDANA JINÊN KURD METIRSIYÊN ERDOGAN MEZIN DIKE'

Rejîma Tirk ji ber wê sedemê, li Bakûrê Kurdistan siyasetek sîstematîk û îdeolojîk dijî jinên Kurd dimeşîne. Li Bakûrê Kurdistanê, jinên Kurd ji ber ezûmên tevgera azadiya jinan a 30 salên dawî, xwediyê asteyek bilind a di zanebûna azadiya jinê de ne û Erdogan vê yekê li hemberî îdeolojiya xwe ya baviksalarî, wek xeterî dibine. Bi siyaseta destdirêjiyê ji aliyên hezên taybet, bi girtinan, îşkence, reşkirina îmaja jinên Kurd nikare vîna jinan bişkêne û teslîm bigire.  Tevgera Jinên Kurd li Bakurê Kurdistan hem di asteya siyaset hem jî di asteya civakî de, li ber xwe didin. Berxwedana jinên Kurd her wiha cesaret dide jinên Tirkiyeyê, ew jî metirsiyiyên rejîma Erdogan mezintir dike. Mînakên hevserokatî, projeya jiyana hevbeş a demokratîk ji aliyê rejîma Erdogan ve wek xeteriyek îdeolojîk ji bo tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn tê dîtin.  Erişên dewleta Tirk li ser jinan di heman demê de paşverûtiya baviksalarî di nava merên Kurd de jî teşwîq dike. Ji ber we jî şîddeta dijî jina di navê civakê jî tê peşxistin. 

'EFRÎN BIRÎNEKE NETEWEYÎ YE'

Lê belê şerê rejîma Erdogan dijî jinên Kurd, tenê bi Bakurê Kurdistanê ve, bi sînor nîne. Heman şerî, li Rojavayê Kurdistan jî dimeşîne. Di serî de qetilkirina jinên peşeng bi dronan, hemû şewazan dixwaze jinên Kurd li Rojava bê deng bike. Tola xwe ji jinên Rojava digire, ji ber ku wan jinan bi berxwedana xwe mûttefîqê dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ têk birin û navê Kurdan di asteya cîhanê de bilind kirin. Terora dewleta Tirk li dijî jinên Kurd bi taybet li Efrînê birîneke neteweyî ye. Qetilkirin, revandin, firotin, destdirêjiya çeteyên dewleta Tirk jiyana jinan li Efrînê vegerandiye dojehê. Ji ber wê jî xwedîderketin ji bo jinên Efrînê pewîstiya helwesta neteweyî yê. 

REWŞA JINÊN LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Rewşa jinên Rojhilatê Kurdistanê û siyaseta rejîma Îranê jî rojevek nîqaşan bû. Rejîma Îranê bi reyên darayî xizaniyê ferz dike, koçberî, têkbirina ekolojî, girtin, êşkence, bûne beşek ji jiyana rojanê ya Kurdan. Bi taybetî bilinbûyîna dengê jinên Kurd ji bo azadiyê zextên zedetir li ser jinan pek tîne. Bi hemû derftan îdeolojiya baviksalarî di bin navê Şîa li ser jinên Kurd ferz dike. Ji bo ku jinên Rojhilatê Kurdistan xwe birêxistin nekin bi sîstema îstîhbaratî şerê psîkolojîk giran kiriye. Her wiha li girtîgehan jî siyaseta taybet li dijî jinên Kurd dimeşîne da ku peşiya tevgera azadiya jinan bigre. Li aliyek din jî bi şiklekî zimnî û raste rast li gel dewleta Tirk siyaseta dij Kurd dimeşîne. 

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li Başûrê Kurdistanê, dagirkeriya dewleta Tirk ne tênê bi avakirina 70 baregehên leşkerî an jî şerê çekdarî pek tê. Her wiha bi rêya fîlm, mizgeftên ku fînansê dike  û bazirganiyê jî nirxên neteweyî yên jinan têk dibe. Peşxistina sîxûrî, exlaqê civakî pûç dike. Li aliyê din ji bo dagirkirinê, beşek ji siyaseta deshilatdar a Başûrê Kurdistanê dike şirîkê şerê xwe. Dixwaze li Başûrê Kurdistanê, nokeriyê wek dîplomasî û îttîfaqa tîcarî bi maske bike. Ji xwe siyasata Başûrê Kurdistanê, her çi reng dibe, jinan derveyî biryaran dihêle. Her wiha parçebûyîna partiyên siyasî, hêza jinan jî parçe dike. Pirsgirêka bingehîn a jinên Başûrê Kurdistanê, parçebûyîn e. Siyaseta desthiladar a Başûrê Kurdistan baviksalarê, navendperestê. Pirsgirêka demokrasiyê û welatparezî êdî problem bingehîn e. Bi taybetî PDK di wê siyasete de serkêş e. Azadiya fikir û raman, rojnamegerî êdî wek tewan tên dîtin. Şewira jinên Kurd bi taybet bang li PDK'ê dike ku qetilkirina gerîlayên azadiya Kurdistan rawestîne û gerilayên aqûbeta wan windayî bi lez û bez eşkere bike. Her wiha ji hikumeta herêma Kurdistanê hate xwestin ku pêşiya qetilkirina siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bigre. 

JINAN BANGA AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN KIRIN

Li hemberî  hemû erişan jinên Kurd ên li Ewropayê û çar hêlên welat li ser xwe ne û peşengên berxwedanê ne. Bi taybet îdeolojiya nûjên ya di bin peşengtiya Reberê KCKê Birêz Abdullah Ocalan de, jin wek kilît û hêza diyarker a paşeroja Kurdistanê ne. Di encama wê de jî jinên Kurd wek lehengên li Kobanê, Şengal û Mexmûrê, mora xwe li hêza jinan a sedsala 21. xist.  Îro ev xet di asta 4 parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê de mijara eleqeyeke pir mezine. Jinan banga azadiya Reberê KCK'ê Birêz Abdullah Ocalan kirin.

Mijara qetilkirina gerîlayên HPG'ê ji aliyê hezên PDK'ê ve ji bo bertêken giran vekir. Jinan ev bûyer weke xeteriyeke mezin dîtin û qetilkirina gerîlayên HPG'ê ji aliyê PDK'ê ve weke amadekariya şerekî navxweyî destnîşan kirin.

Di dawiya şewrê de jî, nîqaşa li ser pewîstiya yekîtiya neteweyî di perspektîfa jinan de bû mijara sereke. Bi nîqaşên li ser proje, plansazî û rexistinkirina platformên ji bo avakirina yekîtiya neteweyî, şewir bi serketî bi dawî bû:

BIRYARÊN ŞÊWIRA JINÊN KURD LI EWROPAYÊ

Biryarên Şewira Jinên Kurd li Ewropayê:

* Avakirina Însiyatîfa Jinên Kurd ji bo destwerdana lezgîn li dijî dagirkeriyê

* Şewirê bang li PDK'ê kir ku dawî li qetilkirina gerÎlayên azadiyê bîne û aqûbeta gerîlayên windayî eşkere bike. Şewirê bang li PDK kir ku rêya dagirkeriya dewleta Tirk veneke û di xeta berjewendiyên neteweyî tevbigere

* Bi lezgînî şandina şandeyek li dijî dagirkeriyê ji bo Başûrê Kurdistanê

* Bi pêşvexistina rêxistinkirina jinan di çerçoveya yekîtiya neteweyî de li gorî beşên pîşeyî yên wek hunermend, akademîsyên, siyasetmedar, dayiken şehîdan hwd.

* Israrkirin ji bo beşdariya jinan di nîqaş û biryarên siyaseta giştî de ya derbarê yekîtiya neteweyî

* Avakirina heyetên jinan a ji bo hevdîtînên neteweyî ya ji karên dîplomatîk, dijî dagirkeriyê. 

* Şandina nameyan ji bo jinên namzetên hilbijartinên Iraqê û rexistinên navdewletî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

* Şandina nameyan ji bo jinên ku di nav partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê û rexistinên jinan ên civakî ku dengê xwe dijî dagirkeriyê bilind bikin.

* Şewir banga komîteya amadekar a konferansa 3. ya yekîtiya neteweyî ya jinan kir ku lez û bez bicive û pêşiya xeteriyên li ser Kurdistan bigre.

* Endamên şewirê banga hemû partî û rexistinên siyasî yên Kurd dike, jinan wek îradeyên xweser binasin û derfet bidin ku jin di nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî cihê xwe bigrin.

* Şewir banga hikumeta herêma Kurdistanê dike bi lez rojnamevan û çalakvanên girtî yên Behdînanê serbest berdin. 

* Şewir bang li herêma Kurdistanê dike pêşiya qetilkirina siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistan ji aliyê rejîma Îranê li ser axa Kurdistan bigre.

* Şewir bang dike ku hemû Kurd û Kurdistanî wek erkek neteweyî hewl bidin ku jinên Kurd yên Ezidî yên ku he jî winda ne bên azadkirin."