TAJÊ: Em ji dewleta Tirk û hevkarên wê natirsin

TAJÊ nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê da û ragihand; “Em ji dewleta Tirk û hevakarên wê natirsin. Çi dikin bila bikin emê serî li hemberî wan netewînin.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê didomin. Di saetên êvarê de dewleta Tirk a dagirker êrişê xala asayîşê ya gundê Barê ya Şengalê kir Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bertek nîşanî êrişê ku di encamê de kesek birîndar bû da.

Di daxuyaniya li ser navê TAJÊ hat dayîn de bal hat kişandin ku armanca dewleta Tirk ya ji van êrişan eve ku Êzidiyan bitirsînin. Her wiha hat destnişankirin ku wek gelê Êzidî ewê ti carî gav bi paşve neavêjin û hate gotin, “Dewleta Tirk çiqasê êriş bike emê jî ewqasê li berxwe bidin, têbikoşin û xwe rêxistin bikin.

Em ji dewleta Tirk û hevkarên wê natirsin. Çi dikin bila bikin emê li hemberî wan serî netewînin. Ev êrişane bi plansaziyên malbata Barzanî û dewleta Tirk ve pêk tên. Emê li hemberî êrişan heya dawiyê têbikoşin, emê xaka xwe neterikînin û heya ku em bijîn emê di rêya şehîdan de bimeşin. Emê van axên xwe yên bi xwîna şehîdên me hatinî rizgarkirin ji dijminên xwînxwar re nehêlin. Ji bo yên em hiştin û revîn re cih tine ye, emê careke din destûr nedin ev axane werin dagirkirin.”