Komxebata li dijî dagirkeriyê ya jinan bi dawî bû

Saziyên jinên Kurd ên li Ewropayê ‘Li hemberî dagirkeriyê komxebata jinên Kurd ên Ewropayê’ lidarxistibûn. Di komxebatê de hinek biryar hatin stendin.

Komxebat ji aliyê komîsyona jinan a TJK-E û KNK’ê hate lidarxistin. Ji Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek saziyên jinan û nûnerên saziyan tevlî komxebatê bûn.

Di komxebatê de pirsgirêkên di navbera Kurdan de, yekîtiya neteweyî, êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Di nîqaşan de ev xal derketin pêş ku divê yekîtiya neteweyî were pêkanîn, li hemberî êrişên dewleta Tirk helwesteke hevpar were nîşandan û têkoşîn were geşkirin.

Di komxebatê hate diyarkirin ku divê jin pêşengtiya vê yekîtiyê bikin û divê ferasetên ku xizmeta dewletên mêtinger dike jî were teşhîrkirin. Di komxebatê de hin biryar hatin stendin.

Tê payîn ku biryarên di komîsyonê de wê sibê ji aliyê komîteya amadekar were ragihandin.