YPJ’ê nasnameya şehîd Zeynep Serêkaniyê ragihand

YPJ'ê şehîdbûna xwe Zeynep Serêkaniyê ragihand û got, “Em ê bi heskirin û dilsoziya Zeyneban dagirkeriyê li ser axa xwe rabikin, şoreşa jinê geş bikin, siberojên azad misoger bikin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku şervana wan Zeynep Serêkaniyê 1'ê Îlona sala 2021'an li Til Temirê şehîd bûye.

Daxuyaniya giştî ya YPJ'ê wiha ye:

''Em rêhevala xwe Zeynep Serêkaniyê bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata wê re sersaxî dixwazin. Em careke din soz didin wê û hemû rêhevalên we ku hedef û armancên wan pêk bînin.

Rêhevala me Zeynep Serêkaniyê a bi nasnav Asya Oso bi kelecana şoreşa Rojava a ku bi pêşengtiya jinan ve pêk hat bandor bû û tevlî refên YPJ’ê bû. di 1 Îlonê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Tiltemir tevlî karwanên şehîdan dibe.

Rêhevala me Zeynep a ku bi eslê xwe ji Serêkaniyê ye di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di nava şoreşa rojava de her dem bi kelecan û coşeke mezin rihê azadiyê dijî û kêfxweşiya di nava şoreşê de di her kêliya jiyana xwe de mezintir kir. Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Serêkaniyê û Girê Sipî rêheval Zeynep ji bo parastin û azadkirina axa welatê xwe tevlî YPJ’ê dibe. Her dem bi rihê tolgirtina dagirkeriyê jiyan dike û tu caran êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê xwe napejirîne. Rêheval Zeynep xwe li ser bingehê paradigmaya demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jin  pêş dixe, dibe xwedî feraseteke mezin a rêhevaltiyê. 

Em Yekîneyên Parastina Jin YPJ, careke din ji malbata nirxdar a rêheval Zeynep re sersaxiyê dixwazin. Em ji hemû şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re soz didin ku wê tola şehîdên me li erdê nemine. Emê bi rihê tolgir ê rêheval Zeynep xwedî erkên demê derbikevin û em ê dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re bi misogerkirina azadiyê ve diyar bikin. Em ê bi heskirin û dilsoziya Zeyneban dagirkeriyê li ser axa xwe rabikin, şoreşa jinê geş bikin, siberojên azad misoger bikin.

Navê kod: Zeyneb Serêkaniyê

Navê rast: Asya Oso

Dayikbûn: Serêkaniyê - 1993

Dayik-Bav: Zelîxe - Hesen

Tevlîbûn: Til Temir - 2020

Şehadet: 01.09.2021- Til Temir''