Bêrîvan Eyûb a di hepsa PDK'ê de ye, kete greva birçîbûnê

Rêxistina çavdêriya mafê mirovan li Başûrê Kurdistanê Kurdistan Watchê da zanîn ku Bêrîvan Eyûb a di hepsa PDK´ê de ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ye û rewşa wê ya sihetê gelekî xira bûye.

Bêrîvan Eyûb bi xwe ji Dihokê ye. Ew sala par 13´ê Cotmehê li hewlêrê ji aliyê hêzên PDK´ê ve hat girtin.

Bêrîvan Eyûb ji hingê ve girtiye û hîna ti ceza lê nehatiye birrîn. Ji wê re weke sedema girtina wê gotine, têkiliya wê bi PKK'ê re heye.

Li dijî girtina xwe ya bi neheqî û binpêkirinên mafên xwe, Bêrîvan Eyûb ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Ji ber şertên girtinê jî, rewşa siheta wê gelekî nebaş bûye.