Jinên Tîrêjên Rojê dijî nîjatperestên Tirk çalakî kir

Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li dijî nîjatperestên Tirk ên AKP-MHP'yî çalakî kirine.

Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li dijî nîjatperestên Tirk çalakî kir. Insiyatîvê ragihand ku yekîneyên wan li Stenbol, Duzceyê çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin yekîneyên wan 1'ê Îlonê li Stenbol-Beşîkduzuyê 5 wesayitên faşîstên Tirk, her wiha li Stenbol Şîleyê avahiya faşîstên Tirk 'Ocaxên Ulkucuy'yan û 4 wesayitên wan ên luks şewitandine.

Bi berdewamî hate ragihandin 2'yê Îlonê li Duzce- Kaynaşli jî fabrîkayeke nîjatperestên Tirk hatiye şewitandin.