Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Dadgeha Bilind a Meksîkayê biryar da ku kurtaj ne sûc e

Dadgeha Bilind a Meksîkayê biryar da ku pênasekirina kurtajê weke sûc, li dijî destûra bingehîn e. Biryar tê wê wateyê ku dadgeh wê êdî bi pey dozên kurtajê nekevin.

Dadgeha Bilind a Meksîkayê doh bi yekdengî biryar da ku cezakirina kurtajê li dijî destûra bingehîn e.

Ji 11 dadgeran 8 dadger roja Duşemê li eyaleta Coahuilayê ji bo betalkirina qanûnekê li hev kom bûn, ku ev qanûn jinên ku ji ber destavêtinê kurtajê dikin heta sê salan cezayê girtîgehê li wan dibire. Her sê dadgerên mayî jî roja Sêşemê tevlî biryarê bûn û qanûnên bi vî rengî li dijî destûra bingehîn pênase kirin.

Serokê Dadgeha Bilind Arturo Zaldivan biryara ku bi yekdengî hatiye wergirtin ji bo jinan hemûyan bi taybetî jî ji bo yên herî zêde bêparastin in weke 'biryareke dîrokî' pênase kir.

Zaldivar destnîşan kir ku biryara hatiye dayin ji bo dadgerên li welêt hemûyan pîvaneke mecbûrî ye û jinên kurtajê dikin êdî bi ti awayî nikarin ji ber vê yekê bêne darizandin.