Hejmara nû ya Newaya Jinê derket

Hejmara Îlonê ya rojnameya Newaya Jinê bi hejmara 198'an kete ber destê xwendekaran.

Di rojnameyê de mijara mêtingeriya Tirk, encamên desthilatdarbûna Talîban a li Efganîstê, yekîtiya neteweya demokratîk, Konferansa 2'yan a Rojhilata Navûn û Bakurê Efrîkayê derketin pêş.

Endama Koordînasyona PAJk'ê Ronahî Serhed ji Kurdistanê heta bi Efganîstanê geşdanên rojane nirxand.

Serhed tespît dike ku ''Terorîstên herî mezin dewlet bixwe ne'' û wiha dibêje: ''Li deverekê heke jin rabûbin ser piyan, çalak bin, li wir xwedî li jiyanê derdikevin.''

Têkilî rewşa li Efganîstanê Berdevka Partiya Hevgirtinê ya Efganîstanê Selay Gafar ropartajek daye rojnameyê.

Nivîskara rojnameyê Zerya Gul jî balê dikişîne ser Yekîtiya Jinên Şoreşger Ên Efgan ku ji 1977'an û wir ve têdikoşe.

Meral Çîçek jî li ser Konferansa 2'yan a Jinan a Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur nivisiye, ku konferansa dawiya Tîrmehê li Bêrûtê çêbûbû.

Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Hana Sîdor jî biryarên sereke yên konferansê vegot.

Têkilî yekîtiya netewî ya demokratîk a Kurdan jî bi endama Parlamenetoya Iraqê ya YNK'yî Rêzan Şêx Dilêr re ropartajek hatiye kirin.

Qunciknivîskara rojnameyê Bêrîtan Zagros bi nivîsa xwe li aqûbeta 3 endamên RJAK'ê pirsî, ku li ser rêya Şengalê çekdarên bi ser PDK'ê ve ew revandibûn û ji 5'ê Tebaxê û wir ve agahî ji wan nayê standin.

Koordînatora SAMAR'ê Yuksel Genç jî êrîşên nîjatperest ku van demên dawî li Tirkiyê zêde bûne dinirxîne.

Ji adrêsa www.newayajin.net mirov dikare xwe bigihîne tevahiya naveroka rojnameyê.