Di Tebaxê de 31 jin hatin kuştin

Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) di meha Tebaxê de 31 jin hatine kuştin, di mirina 21 jinan de jî guman hene.

Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) di meha Tebaxê de 31 jin hatine kuştin, di mirina 21 jinan de jî guman hene.

Di raporê de ev danê hatin dayîn: "6 jin ji hêla mêrê ku pêre hatibû zewicandin ve, 5 jin ji hêla xizmên xwe ve, 4 jin ji hêla hezkiriyên xwe yên berê ve, 4 jin ji hêla bavê xwe ve hat kuştin. 3 jin ji hêla naskiriyên xwe ve, 3 jin ji hêla kurê xwe ve hatin qetilkirin.

Herî zêde jin ji hêla naskiriyên xwe ve tên qetilkirin û an jî bi şîdetê re rûbirû dimînin. Kesên ku hêzê didin kujeran jî diyar in. Polîtîkayên ku tên afirandin hêzê dide kujer û êrişkaran. Rayedar gelo ji bo tedbîr girtinê li benda çi ne? Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî kuştina jinan bêdeng nemînin."