Gokkan neanîn merasîma veşartina dêya wê

Lutfiye Gokkan a ku dêya Berdevka Demkî ya TJA’yê Ayşe Gokkana di girtîgehê de ye, hate veşartin. Gokkan neanîn merasîma veşartinê.

Lutfiye Gokkan a ku dêya Berdevka Demkî ya TJA’yê Ayşe Gokkana di girtîgehê de ye, ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Lutfiye Gokkan ji bo veşartinê anîn Taxa Kulunçê ya Sirûca Rihayê.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP’ê Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Semra Guzel, nûnerên MED TÛHAD-FED’ê, endamên Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî di nav de gelek kes tevlî merasîmê bûn. Jinan darbesta Gokkan hilgirtin û ew li goristanê veşartin.

Ji bo ku Ayşe Gokkan a ku di Girtîgeha Amedê de ye tevlî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe parêzerên wê serlêdan kiribûn. Bersiva serlêdanê nehate dayîn.