Li Kantona Aargauyê bi sedan qert şandin Îmraliyê 

Qertên di çarçoveya kampanyaya "Ji Îmraliyê re 100 hezar qert” li bajarên Swîsre Wildegg, Brugg û Lenzburgê hatin amadekirin, bi girseyî hatin şandin.

Kurdistaniyên li bajarên Wildegg, Brugg û Lenzburg ên Kantona Aargau ya Swîsreyê dijîn, ji bo protestokirina tecrîda li Îmraliyê û piştgiriya kampanyaya "Ji Îmraliyê re 100 hezar qert” bi girseyî qertşandin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Mehmet Tûnç Îdrîs Uzkaş li ser navê kesên li ber postexaneya Lenzbûrgê kom bûn, daxuyanî da.
Hevserokê Meclîsa Gel a Mehmet Tûnç Îdrîs Uzkaş li ser navê koma ku li ber postexaneya Lenzbûrgê kom bûn, daxuyanî da.
Uzkaş diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd tê tecrîdkirin û got ku ew ê li dijî vê yekê têbikoşin. Ûzkaş got, “Di şexsê Rêberê me de li ser gelê Kurd tecrîd tê meşandin. Em tu carî vê tecrîdê qebûl nakin. Divê di zûtirîn demê de ev êrîşa li ser Rêberê me bê rakirin, azadiya fîzîkî ya Rêberê me bê misogerkirin. Rêber Apo ku bi milyonan Kurd jê re dibêjin vîna min e, 25 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye. Ev 3 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û tu agahî jê nayên girtin. Îro li çar aliyê cîhanê mirov fêrî fikrên Rêber Apo dibin û li dora fikrên wî tên cem hev. Em pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di 10’ê Cotmehê de ji aliyê dostên gelê Kurd ve hat destpêkirin û roj bi roj mezin dibe û li hemû cîhanê belav dibe, silav dikin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bi tevlîbûna deh hezaran mîtîngek bi heybet hate lidarxistin. Ji vir em bang li CPT, YE, NY û saziyên din ên rayedar dikin. Ji bo tecrîda li ser Rêberê me di zûtirîn demê de bi dawî bibe divê gav biavêjin."

Kurdistaniyên li bajarên Wildegg û Bruggê dijîn ji bilî Lenzburgê jî bi girseyî qert şandin Îmraliyê.