BI DÎMEN

Li Bremenê sempozyûma Perwerdehiya Ziman û Pêşdibistanê hat dayîn

Yekmal e. V, Yekîtiya Mamosteyên Kurd û sendîkaya GEW'ê “14’emîn Sempozyûma Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî" organîze kirin. 

Sempozyûma Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî bi temaya "Li dibistanan mafê zimanê zikmakî û li kreşan jî duzimanî" hat lidarxistin. 
Sempozyûma ku ji aliyê V Bremen, Yekîtiya Mamosteyen Kurdî li Ewropa û Gewerkschaft Erzîehung und Wîssenschaft Bremen (GEW-Bremen) di navbera 23-24’ê Sibatê de li avahiya sendîkaya GEW ya Bremenê hate lidarxistin. 

LI BREMENÊ KARGEHA POTANSIYELA HÎNDEKARIYA KURDΠ

Beşdar û mamosteyên sempozyûmê li ser mijara “Hêvî û potansiyelên ji Kurdî di perwerdehiya zarokatiyê de; Di perwerdehiya zarokatiyê de rastî, zehmetî û kêmasiyên kurdî yên pratîkî; Komxebat bi sernavê Perspektîf, derfetên başbûnê û planên pêşerojê yên avakirina Kita Pîya li Bremenê” hatin lidarxistin. 

Roja duyemîn a sempozyûmê bi axaftinên vekirinê û panelan dewam kir. Koordînatorê Giştî yê Yekmal e.V Günay Darıcı, Senatorê Perwerdeyê yê Parêzgeha Bremenê Dr. Sascha Karolîn Aulepp, Sekretera Yekîtiya GEW Bremenê Barbara Schûll û Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd ên Ewropayê Samîr Khader Abde ji bo beşdarên sempozyûmê re axivîn. 
 DI WARÊ FERMÎYETA ZIMANÊ KURDÎ DE HELWESTÊN TIRKAN YÊN ASTENGKAR

Senatorê berê yê Perwerdeyê yê Eyaleta Bremenê Dr. Hennîg got, "Tirkên ku li Bremenê dijîn ne tenê pêşî li naskirina fermî ya zimanê Kurdî girtin, xwestin pêşî li naskirina Qirkirina Ermeniyan jî bigirin. Ez beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatime dinyayê, lê min qet bawer nedikir ku şer biqewime.Elmanyaya pirzimanî, pirçandî ji bo min şansek mezin e. Ez gelek caran çûme Kurdistanê." 

Zanyar Yayla Bucak Monch, endama berê ya beşê DaZe li Zanîngeha Oldenburgê, bal kişand ser astengiyên li pêşiya zimanê kurdî û rola kurdên êzîdî di rakirina astengên li pêşiya fermîkirina zimanê kurdî de. Yayla Bucak Monch got, “Di pêvajoya fermîbûna zimanê Kurdî de ji bo me pêşketina herî girîng hebûna Kurdên Êzidî bû. Ji ber ku li malê bi kurdî diaxivîn. “

Zaradîn Agirman ku yek ji xwendekarên yekem ên perwerdeya zimanê Kurdî ya li Elmanyayê ye jî got, "Divê malbat zarokên xwe yên pola yekemîn a dibistana seretayî bişînin dersa kurdî." 

HACO: ZAROKÊN KURD NEŞÎNIM DERSÊN TIRKÎ Û DEV JI VÊ SIYASETÊ BERDIN

Axaftvanekî din ê panelê pispor û Şêwirmendê Perwerdeyê Dr. Zerdeşt Haco bû. Dr. Haco amaje bi wê yekê jî kir ku dewleta Elmanyayê ne xwediyê siyaseteke taybet a Kurdan e û got: “Li zanîngehên Elmanyayê sîstemeke demokratîk heye, lê dema mijar dibe Kurd û Kurdistan em nikarin bêjin sîstemeke demokratîk e. Weke ku kurd tune ne nêzîk dibin. Banga min ji siyaseta Elmanyayê re ew e ku dev ji vê siyasetê berde. Dev ji siyaseta tinehesibandina Kurdan berdin. Ji milyonek zêdetir Kurd dijîn. Dev ji polîtîkaya şandina zarokên Kurd ên dersên Tirkî berdin.”

Sempozyûma hîbrîd ku beşdarên serhêl û li cihê tê de beşdar bûn, bi panelên li ser berfirehkirina hîndekariya kurdî û pirsgirêk û çareseriyên ku di pêvajoya çêkirina meteryalan de derketine holê berdewam kir.